Hat ragihandin di êrîşên ku yekîneyên topavêj ên Îsraîlê birin li ser herêmên li ser sînorê rojhilatê Xazeyê de 4 zarok mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Tenduristiyê yê Filîstînê Eşref el-Kûdra daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku yekîneyên topavêj ên Îsraîlê herêmên li ser sînorê rojhilatê Xazeyê gelek gulebaran kirin, di êrîşan de 2 ji wan bira 4 zarok mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di gulebarana topavêjên yekîneyên Îsraîlê yên li ser bakurê Xazeyê de, ji heman malbatê 5 kes mirin.
Kûdra da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xazeyê yên ku ji duh ve ji bejahiyê da destpêkirin de 44 kes mirin, 410 kes jî birîndar bûn. Kûdra da zanîn ku di êrîşên ku ev 12 roj in Îsraîl dibe li ser herêmên cuda yên Xazeyê 66 ji wan zarok, 27ê wan jin bi tevahî 279 kes mirin, 2 hezar û 210 kes jî birîndar bûn.