CENEWRE
Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku li Xazeyê ji roja ku pevçûn dest pê kir heta niha 121 zarok mirin.
Berdevkê Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovahiyê yê NYê Jens Laerke di civîna ku lî Ofîsa Cenewreyê ya NYê hat lidarxistin de, der barê rewşa mirovahiyê ya li Xazeyê de agahî dan. Laerke da zanîn ku jimara kesên mecbûr man ku malên xwe biterikînin ji 100 hezarî borî, piraniya van kesan xwe dispêrin 69 dibistanên girêdayî Ajansa Arîkariya Penaberên Filistînî ya NYê (UNRWA).
Laerke got ku gelek kes di dibistanan bi cî nebûn û wiha axivî: "Rewş ji bo mirovên li Xazeyê gelek xirab e. Li Xazeyê ji bo sivîlan ciheke biewle tuneye. Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xazeyê 500 mal xira bûn an jî gelek xisar dîtin."
Laerke got ku armanca sereke ya rêxistinên arîkariya mirovahiyê divê parastina sivîlan be, divê ew sivîlan li cihên ewledar bi cî bikin û tedawiya wan bikin. Laerke da zanîn ku li Xazeyê ew kesên ku ji cihên xwe bûn hewceyê xurek, av û melzemeyên paqijiyê ne.
Laerke bal kişand ku li gor xebatkarên saziyên arîkariyê yên li herêmê herî kêm 107 hezar zarok hewceyê arîkariya derûnî ne. Laerke da zanîn ku arîkariya tenduristî û xurekê gihandin hin kesên ji Xazeyê, lê belê di maweya navînê de dê hewceyiya wan a pereyê neqdî jî çêbe.
- 1,2 milyon kes bidestxistina avê de rastî pirsgirêkan tên
Laerke da zanîn ji ber ku sîstemên ceyranê yên li Xazeyê hilweşiyan û sotemeniya ku van sîsteman bide xebatê tuneye, 1,2 milyon kes an nikare qet av bibîne yan jî kêm av peyda dike.
- Li Xazeyê 121 zarok hatin kuştin
Birêvebira Ofîsa Herêma Afrîka û Rojhilata Navîn a UNICEFê Juliette Toumayê got ku "Ji roja ku pevçûn destpê kir heta niha li Xazeyê 121 zarok hatin kuştin."
Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) Fadela Chaîbê jî diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de li Xazeyê 18 navendên tenduristiyê zirar dîtin.
Chaîbê got ku li Xazeyê di mijara melzemeyên tenduristiyê û derman de gelek kêmasî hene.