Abdullah Tel
2019 ж. 04 қазан•Rojanekirin: 2019 ж. 05 қазан
Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Madûro diyar kir ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) tu alîkariyeke mirovahî ya hatibû wedkirin, nehat welatê wî.
Li gor nûçeyên çapemeniya Venezuelayê hikûmeta Maduro ji ber plana xebatê ya nû ku di qada perwerdehî û nexweşiyên çav da wê bisepîne NY û Amerîkaya li hember wan mueyîdeyan daniye, rexne kir.
Serokê Dewleta Venezuelayê Madûro diyar kir ku ji NYê ya wedê "kelh û qesran" dida tu alîkariyeke mirovahî negihîşt welatê wî.
Maduro ji Rêxistina Tendûristiyê ya Dinyayê, Yekîtiya Tenduristiyê ya Panamerîkan û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbeyû (UNICEF) ra jî ji ber alîkariyên dan û xebatên hevkar birêva birin, spas kir.
Ji bo mueyîdeyên ku Amerîkayê li dijî Venezuelayê kirine rewacê jî Maduro got ku ew mueyîdeyên yekalî û dereqanûnî ne.