Haydar Şahin
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê got daxwazên çalakvanan baş fehm dikin lêbelê di destê hikûmetê da darikekî bi sêhr tune, mimkûn nîne ku di nav salekê da hemû xeyal rast bibin.
Piştî protestoyên li Bexdaya paytext û gelek wîlayetan dewam dike Serokwezîr Ebdilmehdî daxuyanî da televizyona fermî ya Iraqê.
Ebdilmehdî wiha axivî: "Em nika di navbera bi dewletbûn û bê dewletbûnê da ne. Hetanî gihîştin pêvajoya demokrasiyê me gelek tişt qezenc kir, nika dixwazin bi cidiyet xizmetê bikin û bixebitin."
Ebdilmehdî bangî çalakvanan kir ku bira guh nedin kesên bêhêvîtiyê pêşniyaz dikin û ji bo civakê milîtarîze bikin gazî dikin.
Ebdilmehdî destnîşan kir ku şewatên li saziyan ên di dema çalakiyan da derketin balkêş in û şik li ser wan heye û wiha pê da çû: "
"Hin kes bi ser ketin û çalakiyên aştiyane vegerandin pevçûnan. Hin pankartên li wan deran û dirûşmeyên tên gotin hewla wan nîşan dide. Zêdekirina çalakiyan hat asteke wisa ku êdî zirarê dide."
- Ji ciwanên çalakvan û hêzên ewlekariyê ra sipasî

Ebdilmehdî ji ciwanên çalakvan û hêzên ewlekariyê ra sipas kir û got dibê êdî li hemû wîlayetan jiyan vegere halê normal û rêzê nîşanî serdestiya hiqûqê bidin.
Ebdilmehdî ji bo tevdîrên ewlehiyê yên wekî qedexeya derketina derva got ku dişibe dermanekî tuj ê ji bo parastina jiyana merivan tê xwarin.
Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê got sozên berhewa nade, çareseriyên berwext jî nade û "ji bo çareserkirina pirsgirêkan di destê hikûmetê da darikekî bi sêhr tune, mimkûn nîne ku di nav salekê da hemû xeyal rast bibin."
Ebdilmehdî got, "Di vê astê da berpirsyariya vî karî hildidim ser xwe" û ji bo ji midaxeleyan û kotayên siyasî dûr di wezaretan da revizyonê bike ji Parlamentoyê raye xwest.
Serokwezîr got xêncî merivên tevlî kuştina kesekî bûne ew ê çalakvanên binçavkirî berdin, li ser tundiya hêzên ewlekariyê jî ew ê komisyonan ava bikin û lêkolînê bikin.
- Binesaziya xirab, wekî mîrat ma
Ebdilmehdî got, "sedeme bêkariyê em nînin, binesaziya xirab wekî mîrat ma" û bal kişand ku çend roj berê hezar karmendê bi gendeliyê tên sûcdarkirin sewqî dadgehê kirin.
Serokwezîr Ebdilmehdî got ji bo mehaneyê bidin malbatên ku destê wan di tengasiyê da ne ew ê projeyê pêşniyazî lijneya wezîran bikin.
Di çalakiyan da hetanî nika 28 kes hatin kuştin û hezar û 177 kes jî birîndar bûn.