QAHÎRE
Sîsî dîyar kir ku bila gel roja înê derkeve qadan û li dijî tundiyê û terorîzmê derkeve û heke hin kes bi rêya terorê têbikoşin artêş dê tiştê ku dikeve ser milê wî bike.
Wezîrê Parastina Misrê Abdulfettah es-Sîsî dest nîşan kir ku Mursî nexapandiye û ji bo ku ji qrîza ku tê de ye bifilite sê pêşniyar pêşkêşê wî kirine.
Wezîrê Parastina Misrê Abdulfettah es-Sîsî got: "Me ji bo Muhemed Mursî ji qrîza ku tê de ye bifilite, sê peşniyar pêşkêş wî kirin. Min Serokomarê berê nexapand. Hemû kes dê hesabê xwe bide. Tu kes nikare Xwedê bixapîne. ji bo xwe ji fitneyê dûr bigrin, me ji Mûrsî re gelek caran got bila bi rêya hilbijartinê ji gel bipirse ka dê wezîfeya Serokomariyê dewam bike an na."
Sîsî ragihand ku Mursî banga hilbijartinê red kir û wiha pê de çû: "Hûn nebêjin qey min Serokomarê Misrê xapandiye. Li cem artêşa Misrê hemû misrî wekî hev in. Pêşiya ku min daxuyaniyên xwe biweşandana, min ji Mursî re dişandin. Ji bo ku Mûrsî hin projeyên nexe rewacê min şîret li wî dikir. Lê ji meha adarê pê ve min dev jê berda ku ez şîretan li Mursî bikim. Me ji dil û can şîret li Mûrsî kir. me îxanet li Mursî nekir."
Wezîrê Parastina Misrê û Sererkan Abdulfettah es-Sîsî der barê Serokomarê berê Muhemed Mursî de axivî û got: "Muhemed Mursî ji ber kibra xwe ya sîyasî, piştî ku derket hemberî welatiyan, dev ji wezîfeya xwe berda. Artêş ji gel emir digire. Em lehzeyekê jî ji rêya xwe venagerin. Em ji bo hilbijartinê ku hemû dinya wekî çavnihêri be, amade ne.
Wezîrê Parastinê es-Sîsî wiha dewam kir: "Hemû Misrî ji bo tekoşîna dîjî tundiyê û terorê bîla li qadan kom bibin.