Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu der heqê pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku xelk ji aramiyê razî ye û dest jî ji vê yekê bernade
Çavuşogluyê ku bû Mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û ragihand ku di du salên dawîn de gel ji ber aramiyê gelek kêfxweş e û ji bilî xelkê serokên welatên dost û nunerên saziyên navneteweyî jî ji ber birêvebirina pêvajoyê gelek razî ne.
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu wiha dewam kir: "Pêvajoya çareseriyê ji bo ku hin kes pê razî bibin me neda destpêkirin, ev mesele û pirsgirêkeke me ya xwemaliye û ji bo çareserkirina wê em gavan diavêjin. Eşkere nebe jî civaka navneteweyî piştgiriyê dide."
Çavuşoglu destnîşan kir ku Tirkiye ji bo rê li ber çalakiyên rêxistina terorê bigire û xebatên wan bide sekinandin ji hin welatan alîkariyê dixwaze û wiha pê de çû: "Heke rêxistina terorê piştgiriyê bibîne xwe nêzî çareseriyê nake. Ji bo ku rêxistina terorê çalakiyên xwe yên terorî bide sekinandin hewcedariya me bi piştgiriya herkesî heye. Ji hin welatan bi awayekî derqanûnî piştgiriyê distîne, pere berhev dike û li hin welatan jî xebatên ji hev cuda dike. Li hin welatan endamên rêxistina terorê mixabin bi awayekî azad digerin û em li dijî vê yekê ne jî. Weşanên xwe dikin. Piştî Danîmarkayê me niha jî ji Wezîrê Karên Derveyê Norveçê re bi belgeyan qala meseleyê kir. Biryarên ku dadgehan dane dabûn me pêşniyazî wan kir. Wan jî got ku ew biryarên ku Danîmarkayê dane ji xwe re mînak hildidin. Em di vê mijarê de piştgiriyê dixwazin."
Wezîrê Karên Derve diyar kir ku ji bo rê li ber xebat û çalakiyên derqanûnî yên rêxistinên terorê divê civaka navneteweyî bi hevdu re tevbigerin û wiha dewam kir: "Di vê mijarê de lazime ku civaka navneteweyî bihevdu re tevbigerin. Heta niha rêxistina terorê dest ji çekan berda? Na niha bernedaye. Xebatên xwe yên terorî da sekinandin? Na hêj nedaye sekinandin. Niha li hundir êrîş pêk neyên jî fîdye heye, şantaj heye, meriv revandin heye û gef lê xwarin heye, xerac stendin heye û di dema hilbijartinê de jî hemû xebatên xwe didomîne. Lazime ku rêxistina terorê van xebatên xwe bide sekinandin. Ji ber vê jî him welatên din û him jî welatên Ewropayê divê piştgiriyê bidin pêvajoyê."