BATMAN
Walîtiya Batmanê teleba Komeleya Ermenî ya ku li Girê Şêx Bazit û Çiyayê Mereto rê bê çêkirin nirxand û dest bi xebatan kir. Serlêdana Serokê Komalê Azîz Dagci ji aliyê Walîtiya Batmanê hat nirxandin û ji bo lêkolîn bê kirin Alîkarê Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet Abdulkadîr Ozer hat wezîfedarkirin.
Di encama lêkolinan de guzergeha rê lê bê çêkirin hat diyarkirin. Serokê komelê eşkere kir ku di keşfê de li Zozana Yol Kayadîbî, Çiyayê Mereto û heta Girê Şêx Bazit rêya tê vekirin dê bigihêje Kaniya Seveka li quntarê çiyê. Dagci dest nişan kir ku xebatên rêçêkirinê dê hefteyê dest pê bike û wiha dewam kir: "Em li bendê ne ku çêkirina rê di 20 rojan de temam bibe. Ji bo piştevaniyên wan ji Walî Yılmaz Aslan, Qeymeqam Bahadir Yoruk û Fermandarê Garnîzona Sasonê Bînbaşî Gokhan Cengîz re spas dikim."