DENIZLÎ
Li Denizliyê xortê ku xwest berazên dikevin zêviya wî bikuje tifinga xwe hilda û da pey berazan, lê tifinga wî ji destan ket û teqiya.
Li gor agahiyan Hasan O. (16) yê ji gundê Kirazliyayla ya girêdayî navçeya Çameliyê ji ber ku berazan zirar dida zêvîya wî tifinga xwe hilda û çû li zêviyê notirvanî kir.
Tifing ji destê Hasan O. ket erdê û teqiya. Di encama teqînê de ji milê xweyê çepê birîndar bû.
Bi dengê tifingê re der û cîranê wî hatin. Bangî ekîbên 112yê kirin û birîndar şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Çameliyê.