MUĞLA
Hakan Ozvardar bi hêştira xwe di navbera Olu Denîz û Karakoyê de tûra safarî dikir. Heştir ji destê xwediyê xwe filitî û çû Geliyê Perperokan.
Hakan Ozvardar demekê li hêştira xwe geriya, lê pê hesiya ku hêştira wî li Geliyê Perperokan e. Ozvardar li ser vê ji Serokê Şaraderiya Behra Mirî Keramettin Yılmazî alîkarî xwest.
Tîmên xilaskirinê bi zodyakê çûn geliyî û derzî li hêştirê xistin. Hêştira ku ji xwe ve çû, li zodyakê bar kirin û piştî rêwîtiya ku saetekî dewam kir, anîn behra Olu Denîzê û radestê xwediyê wî kirin.