Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Bi qasî serxebûna darazê, heta tişta ji serxwebûnê girîngtir ew e ku daraz, saziyên darazê û mensûbên darazê alînegir bibin. Heke berjewendiyên siyasî, îdeolojîk û zumrewî bibin desthilatê darazê, diyar e ku dê ji wê darazê edalet dernekeve."
Erdogan bi mebesta destpêka sala edlî peyam weşand û destnîşan kir Komara Tirkiyeyê bi reformên xwe yên vê heyama dawiyê ji bo ku derbikeve asta şaristaniya esrî pêş ve çû.
Erdogan got ku pêşveçûn û mezinbûn çi qas ji bo ewlehî û rihetiya mirovan be, ew qas baş û mayînde ye û wiha dewam kir: "Heke pêşveçûn ji bo mirovan nebe, wê hizûrê nede takekes û civatê. Di heyama dawiyê de ji bo demokratîkbûn, ji bo mafên mirovan û azadiyan û ji bo ku edalet bi lez û bez bi cih bibe pêngavên dîrokî hatin avêtin. Ji bo ku edalet bi lez û bez bi cih were jî tenê verastkirinên zagonî û pêngav têrê nakin. Divê sazî û mensûbên darazê li gor berjewendiyên welêt û gel tevbigerin û li ser navê serxwebûn û refaha gel li gor hestên gel tevbigerin. Ev pir girîng e. Bi qasî serxebûna darazê, heta tişta ji serxwebûnê girîngtir ew e ku daraz, saziyên darazê û mensûbên darazê alînegir bibin. Heke berjewendiyên siyasî, îdeolojîk û zumrewî bibin desthilatê darazê, diyar e ku dê ji wê darazê edalet dernekeve."
Erdogan got ku ji bo daraz siyasal nebe, çi dikeve li ser milê kê divê bike, lewra ev mijareke hesas e û wiha dewam kir: "Lêbelê divê daraz jî bêalîbûna xwe biparêze. Ev mijar jî hesasiyeta hemû sazî û mensûbên darazê ye. Divê sazî û mensûbên darazê ji bo kesên ku dixwazin têkevin darazê, ji bo komên siyasî, îdeolojîk, zumrewî yên ku hewl didin darazê bixin bin bandora xwe baldar û cesûr bibin. Em hemû wek hevdu li hemberî van komên ku dixwazin bikevin darazê mesûl in. Heke di vê mijarê de îhmalkarî çêbibe, ev îhmalkarî ji bo welat, gel û hedefên me neheqî ye."