ANKARA - SEVÎM HATÛN
Rêxistina Zanist, Perwerde û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 21ê sibatê wek "Roja Zimanê Dayikê ya Nawneteweyî" îlan kir. Bi bandora pêvajoya çareserî û pakêta demokratîkbûnê îsal li Tirkiyeyê ev roj di atmosfereke aştiyane de hat pîrozkirin. Enstîtuyên Kurd, Laz û Ahbaza ji geşedan û gavên ku hatin avêtin kêfxweş in.
-"Kurdî û lazkî her diçe pêş dikeve"
Serokê Komeleya Çandê ya Abhazê ya Stenbolê Hakan Ander daxuyanî da nûçegihana AAyê û di daxuyaniyê de wiha got: "Bi pêvajoya çareseriyê re em dibînin ku kurdî û lazkî geş bû. Niha 24 saetan TRT6 bi kurdî weşana zindî dike, saziyên taybet ên perwerdeyê yên kurdî vedibin, di dibistanan de lazkî wek dersa bijarte tê dayîn û Enstutiya Lêkolînê ya Laz hat avakirin. Em van geşedanan gelekî baş dibînin û em pê kêfxweş dibin."
Ander îfade kir ku li ser rûyê dinyayê nêzikî 6 hezarî ziman hene lê mixabin ji van zimanan nêzîkî 100 zimanî wek zimanê fermî yê dewletan tên bikaranîn. Ji bo parastina zimanên di bin xetereyê de ne divê teqez tewdîr bên dîtin.
Ander got ku wan wek komele ji bo fêrkirina abhazî kursa ziman vekirine, xwendekar şandine Komara Abhazyayê, ji bo fêrkirina ziman pirtûk, kovar, CD, kitêbok û materyalên perwerdeyê yên din amade kirine, lê mixabin ev xebat û hewldan têrê nakin. Abhazî jî di nav zimanên di bin xetereyê de ye.
-"Ji bo ziman û zaravayên din bila TRT bikeve dewrê"
Hakan Ander got daxwaza me ew e ku ji bo ziman û zaravayên din ên di bin xetereyê de ne jî TRT bikeve dewrê û wiha dewam kir: "Zimanên wek abazayî, lazî, çerkezî, romanî, hemşînî, zaravayê kurdî zazakî, yewnaniya pontûsî, ya kapadokyayî, sûryanî zimanên di bin xetereyê de ne. Divê ji bo vana jî TRT 24 saetan weşana zindî bike."
-"Me Enstituya Laz damezirand"
Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya Enstituya Laz Îsmaîl Avci Bûcaklîşî îfade kir ku ji bo lazkî winda nebe di salên dawîn de gelek xebat dane destpêkirin û wiha got:
"Piştî ku me Kollektîfa Lazîka ya Weşanê damezirand me li ser ziman û çanda lazan 30 kitêb çap kirin. Mînak pirtûka bi navê 'Mîrzayê Piçûk' a ji Klasîkên Dinyayê me wergerand lazkî. Herwiha Ferhenga Zimanên Bira hat weşandin. Di vê ferhengê de 600 peyvên sereke yên ji ziman û zaravayên cuda cih digrin. Her wiha me par di serokatiya Prof. Dr. Mehmet Bekaroglû Enstituya Laz damezirand."
-Piştgiriya dewletê pêwîst e
Bûcaklîşî da zanîn ku ji bo zimanek winda nebe divê teqez dewlet pişgiriyê bide û wiha got: "Mirina zimanekî mirina gelekî, mirina çandekê ye. Lewra bi wendabûna ziman re tenê peyv ji holê ranabin, di heman demê de çand, kevneşopî û dîroka gelekî jî winda dibe."
Serokê Înstîtuya Kurdî ya Lêkolîn û Zanistê ya li Almanya nivîskar, lêkolîner Fevzî Ozmen jî got ku 21ê sibatê "Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî" pîroz dikim. Ozmen îfade kir ku ew jî pêvajoya çareseriyê gelekî girîng dibînin û piştgiriyê didinê. Lê divê gavên tên avêtin bibin mayinde.
-Divê zimanê zikamakî bibe zimanê perwerdeyê
Birêvebirê Giştî yê Kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk got ku bi pêvajoya çareseriyê re gelek gavên berbiçav û erênî hatin avêtin, bi avêtina van gavan re deriyê pêşveçûn û geşbûnê li ber ziman û zaravayên din jî vebû û got ku ji bo parastina zimanan hê teze dest pê kirine.
Çevîk bal kişand li ser ziman û got gelek ziman îro di bin xetereya man û nemanê de ne, divê ev ziman bên parastin. Encax zimanek bibe zimanê perwerdeyê dijî, ji bo vê divê li Tirkiyeyê kurdî jî di nav de hemû zimanên din ne wek dersên hilbijarte, wekî zimanê perwerdeyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bên bikaranîn.
Çevîk wiha dewam kir: "Em bawer dikin ku Xwedê hemû ziman û reng çêkirine. Ji bo vê divê em qîmetê bidin hemû ziman û zaravayên xwe û wan wekî kulîlkeke li baxçeyê xwe bizanibin û wan biparêzin."