ORDU
Li bajarê Orduyê hemwelatiyên elewî û sunî li camî û cemxaneya xwe ya ku di bin heman baniyî de ne îbadetên xwe dikin.
Li bajaroka Çiftlikê ya girêdayî navçeya Korganê di sala 2010an de Camiya Çiftlîk Haci Bektaş Welî û Cemxane bi hev re hat ava kirin. Di vê bînayê de elewî û sunî bi hev re îbadetên xwe dikin û xwarinê dixwin.
Serokê Cemxaneya Çiftlîkê Dursun Ali Goktepe diyar kir ku divê camî û cemxaneya li bajaroka wan, wekî sembola aştiyê bê qebûl kirin û wiha axivî: "Ne mumkin e bira bibe dijminê bira. Dijminahî ne li gor mirovan e. Aştî, hezkirin û xweşbînî li gor me ye. Dibe ku çand û baweriyên din hebin û em rêzê nîşanî wan bidin. Emê biratiyê wiha pêk bînin. Emê ji hev hez bikin û hurmeta hev bigrin."
Melayê camiyê Bahattîn Yagmurê ku ji eslê wî elewî ye jî diyar kir ku beriya sal û nîvekê li camiya taxa ku sunî lê ne melatî kiriye û wiha got: "Min li gundê sunîyan dest peywîra xwe kir. Ez 23 salan xebitîm. Tu kesî negot tu "elewî yî". Ez li wir bi bextewarî û aramî xebitîm. Dema ez ji wir veqetiyam, ez jî giriyam û ew jî giriyan."
Miftiyê korganê Muhîttîn Oral jî diyar kir ku camî û cemxane bi hev re bin, tiştekî xweş e û wiha dewam kir: "Li vir tu pirsgirêkek tuneye. Jixwe gelê Anadoluyê pirsgirêkan di jiyana xwe de çareser dikin. Melayê me 23 salan li gundê suniyan melatî kir. Gundîyan li du wî nimêj kir û guh dan weezên wî. Niha jî li vir dixebite. Herdu aliyan jî pirsgirêk çareser kirine."
Serokê Şaredariyê Ali Gut jî daxwaz kir ku biratî û yekbûna gel her tim bidome.