31 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 01 Tebax 2016
ORDU
Waliyê Orduyê Îrfan Balkanlioglu daxuyand ku li navçeya Mesudiyeyê ji aliyê daristanê êrîş leşkerên ku di operasyonê de bûn hatiye kirin û wiha got: "Mixabin 3 leşker şehîd ketin û 2 leşker jî birîndar bûn."
Walî Balkanlioglu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li ser îxbarekê leşker li taxa Qereqola Topçamê çûne operasyonê û dema operasyonê ji aliyê daristanê êrîş leşkeran hatiye kirin û wiha axivî: "Mixabin 3 leşker şehîd ketin û 2 leşker jî birîndar bûn. Li herêmê li hember terorîstan operasyon dewam dikin. Ji bilî vê Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr jî çû herêmê. Bila welatî rehet bin. Em destûrê nedin ku tu kes aramiya Orduyê xirab bike. Bi saya hêzên me yên ewlehiyê, yekîtî û hevkariya gelê me terorîst wê nikaribin li herêma me bi cih bibin."