HAKKARÎ/MÛŞ
Welatiyên ku bi rojî ne û ji hewaya germ dikerixin, ji bo hênikbûnê tiştên cuda diceribînin.
Li Hekarî û Mûşê milet diçe ji serê çiyan berfê tîne û difiroşe. Welatî jî ji bo ku hênik bibin, berfê dikirin û yan dihelînin û pê fitara xwe vedikin yan jî dimsê li ser wer dikin û dixwin.
Çiyayê Katoyê berê ji ber şer navê wî ji rojevê nedihate xwarê. Lê niha jî ji ber ku pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye êdî milet bi rehetî diçe ser û tê heta jê pere jî qezenc dike.
Bektaş Kûrtê ku diçe ji serê çiya berfê tîne û difiroşe, bi perê wê malbata xwe xwedî dike.
Kûrt da zanîn ku ez vê berfê ji 40 km dûrê tînim û poşeta wê bi 3 lîreyan difiroşim û got: "Li Hekariyê ji ber ku bêkarî gelek e em jî diçin ji serê çîyê berfê tînin û difiroşin. Ji ber ku hewa jî pir germ e, welatî dikirin.
Şakir Erîn jî ji Çiyayê Kûrtîkê ku 18 km dûrî Mûşê ye û 2500 mêtro bilindahiya wê heye, berfê tîne û difiroşe.
Erîn bal kişand li ser eleqeya welatiyan û got: "Hin welatî berfê distînin, dihelînin û bi wî awayî rojiya xwe vedikin. Hin kes jî mast û dimsê dixine li ser berfê û dixwin. Bi taybetî nêzî fitarê baş difiroşim. Ji ber ku berf zû bi zû nahele ez zirarê jî nakim."