KARS
Li Karsê qijniyên çivîkan ketin avahiyeke çarqatî. Niştecihên avahiyê ji ber vê rewşê gelek aciz dibin û ditirsin.
Ejder Karakoçê ku di avahiya 4qatî ya ku li taxa Yusufpaşayê rûdinê, der barê rewşa şêniyên avahiyê de agahî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "20 roj e ku em bi qijniyan re dikoşin. Ji ber hebûna wan em di nav endîşeyê de ne. Em ji vê rewşê gelek aciz dibin û zarokên me jî ditirsin. Min xeber da rayedaran, lê hêj tu encamek derneket.
Karakoç dixwaze ku rayedar bi vê rewşê re eleqedar bibin û wiha got: "Qijniyê stûyê jina min gez kir. Me ewilî got qey kêzik e. Em çûn doxtor. Doxtor got 'çi gez kiriye kanê qijnî li ku derê ye?' Min qijnî bir, lê nêzî heftekî tu kesî bala xwe neda ser. Min ev rewş nivîsî û ji BÎMERê re şand. Zarokên min jî ditirsin, lewra bi heman şiklî sebiyê min ê biçûk jî gez kirin. Di nav pişta wî de pirzik derketin."
Hîndekarê Fakulteya Beytarê ya Zanîngeha Kafkasê Prof. Dr. Zati Vatansever jî got: "Ev qijnî bi piranî xwîna heywanên bi bask dimijin. Xwîna mirîşk û çivîkan dimijin. Kesên ku li ser banê wan çivîk pir bin ji van qijniyan gilîdar in.Têkiliya nexweşiya Kirim Kongoyê bi vê qijniyê re tuneye.