AĞRI
Balyozê Amerîkayê yê Ankarayê Francis Ricciardone bi jina xwe û qîza xwe re hilkişiya li ser çiyayê Agiriyê.
Ricciardone duh nîvro ji bo ku cihên Agiriyê yên dîrokî bigere bi jina xwe û qîza xwe re çû navçeya Bazîdê. Francis Ricciardone ji bo ku hilkişe li ser çiyayê herî bilind yê Tirkiyê, çiyayê Agiriyê sibê zû ji otêla xwe derket.
Ricciardone û parêzvanên wî bi erebeya xwe ya taybet, heta 2 hezar û 200 metreyan hilkişiyan li ser çiyayê Agiriyê û dû re wî û rêberekî herêmî dest bi hilkişînê kirin.
Hat diyarkirin ku Ricciardone dê şeva xwe li kampa li ser çiyayê Agiriyê ku di 3 hezar û 200 metreyan jor kon vedane de derbas bike.
Sibê jî dê li kampa ku di 4 hezar û 200 metreyan de hatiye avakirin dê şeva xwe derbas bike. Di roja sêyem de wê derkeve lûtkeya çiyayî.