MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku mijara hevkariya aborî ya Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re jî di nav de Tirkiyeyê ji ber biryardayîna serbixwe pîroz dikin û wiha axivî: "Helwesta hikûmeta me ji bo zêdekirina bazirganiya dualî rêyên nû vedike. Berî her tiştî mirov dikare behs bike ku cotyarên li Tirkiyeyê dikarin kêmasiya ku di bazara mezin a Rûsyayê de çêbû tijî bikin. Niyeta hilberînerên tirk ew e ku îxracata goşt, şîr, masî, sebze û meyweyan ya ji bo Rûsyayê zêde bikin û em jî vê yekê erênî dibînin."
Pûtîn ji bo ku beşdarî 5emîn civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Rûsyayê (UDÎK) bibe dê di 1ê kanûna pêşîn Tirkiyeyê ziyaret bike. Pûtîn beriya ziyareta xwe bi awayekî nivîskî bersiva pirsên AAyê da. Serokê Rûsyayê der barê mijarên têkiliyên siyasî, bazirganî û çandî yên Tirkiye û Rûsyayê û mijarên herêmî û navneteweyî de nirxandin kirin.
Pûtin bal kişand ser qabîliyeta Tirkiyeyê ya ji bo biryargirtina serbixwe ya di polîtîkaya derve de û destnîşan kir ku dê îxracata xurekê ya ji Tirkiyeyê bê zêdekirin. Pûtîn destnîşan kir ku di qadên pîşesazî û lêkolînên fezayê de jî derfetên hevkariyê yên nû hene.
Pirsên ku AAyê ji Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn pirsîn û bersivên ku wî dan wiha ne:
PIRS: Gelo hûn ê di Konseya Hevkariya Asta Bilind a ku dê li Enqereyê bê lidarxistin de di qadên têkiliyên siyasî, aborî û çandî yên tirkan û rûsan de armancên berbiçav yên çawa diyar bikin? Digel hin cudahiyên nêrînên siyasî yên di hin mijarên herêmî de bi giştî sedema xweşbûna têkiliyan çi ye?
BERSIV: Ziyareta fermî ya li Tirkiyeyê û Konseya 5emîn ya Hevkariya Asta Bilind a Rûs û Tirkan a ku dê di çarçoveya vê ziyaretê de bê kirin ji bo pêşxistina têkiliyên me pêngavên girîng in. Bi saya hewldanên me yên hevpar ev têkilî di van salên dawîn de li gor rihê cînartiyê, di atmosfera ewlehiyê de, li ser bingeha esasgirtina prensîbên wekhevî û berjewendiyên dualî pêk tên.
Em ê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re tetbîqkirina projeyên stratejîk ên hevkar ên der barê qada vejenê de jî di nav de li ser hemû aliyên hevkariya rûs û tirkan bisekinin. Em ê li ser encamên hevkariya me ya par bisekinin û ji bo dahatûyê armancan diyar bikin. Helbet em ê li ser mijarên rojane yên navneteweyî û herêmî jî nêrînên xwe bi hev re parve bikin.
Tirkiye ji mêj ve hevkarekî girîng ê bazirganiya derve ya Rûsyayê ye û dê vê taybetiya xwe jî biparêze. Di sala 2013an de mezinahiya bazirganiya di navbera welatên me de gihişt 32,7 milyar dolarî. Tevahiya veberhênanên Rûsyayê yên li ser Tirkiyeyê ji 1,7 milyar dolarî derbas dibe. Veberhênanên Tirkiyeyê yên li Rûsyayê jî digihêje nêzî milyarek dolarî. Xurtkirina vê têkliya erênî ji bo berjewendiyên me guncav e.
Di rojeva me de bi saya berhemên teknolojiya pêşketî pêşxistina saziya mezinahiya bazirganiya me û avakirina hevkariyên pîşesaziyê heye. Di vê çarçoveyê de hin projeyên me yên hevpar tên amadekirin. Wek mînak Fabrîqeya Pola û Hesin ya Magnîtogorskê (ya li Rûsyayê) Fabrîqeya Pola û Hesin ya Îskenderûnê modernîze kir û kapasîteya wî zêde kir. Dora 2 milyar dolarî veberhênan hat kirin. Koma GAZê ya Rûsan û şirketa Otomotîvê ya Mersayê ya Tirkan li bajarê Sakaryayê dezgehekî ku hilberîna karê otoyê dike ava kir.
Di têkiliyan de qadeke ku dahatûya wê rind e jî hevkariya me ya di mijara lêkolînên fezayê yên welatên me de ne. Di 15ê sibata îsal de barkêşa moşeka rûsan peyka telekomunîkasyona tirkan a bi navê "Turksat-4A" bi awayekî serkeftî şand fezayê. Em plan dikin ku sala bê duyemîn peyka "Turksat-4B"yê bişînin.
Ez her wiha dixwazim diyar bikim ku li Rûsyayê dora 100î şirketên înşeatê yên tirkan kar dikin. Di vê navberê de hin ji wan ji bo avakirina binesaziya lîstikên olîmpiyatê yên li Soçiyê piştgirî dan. Ez wisa hêvî dikim ku ev tecrûbe dema ku tesîsên mezin ên ji bo çalakiyên werzişê yên navneteweyî yên mezin ên ku dê di salên pêşiya me de li Rûsyayê bên kirin jî bi serkeftî bê tetbîqkirin.
Di qada çandî û mirovahiyê de têkiliyên dualî bi awayekî aktîf xurt dibin. Vê meha sibatê li Enqereyê Navenda Çand û Zanistê ya Rûsan hat damezrandin. Tê plankirin ku li Moskovayê jî Navenda Çanda Tirkan a ku navê wê Yûnûs Emreyê şairê mezin ê ku di navbera sedsalên 13emîn û 14emîn de jiyaye ye bê vekirin.
Di van deh salên dawîn de Tirkiye bû welatekî wisa ku tûrîstên rûs herî zêde diçin wir. Sedema vê yekê rakirina vîzeya hatin û çûyînên demkurt e. Di sala 2013an de 4,3 milyon tûrîstên rûs Tirkiye ziyaret kir, mehên kanûna paşîn û îlona îsal tenê jî ev jimar gihişt 4,1 milyonî. Em wisa difikirin ku heke li welatên me salên tûrîzmê yên dualî bên lidarxistin dê jimara van tûrîstan gelekî bê zêdekirin. Em ê her dem ji mazûvantiya mêvanên xwe yên tirk kêfxweş bibin.
Va ye têkiliyên wiha dinamîk û piralî temînata mayîndebûna têkiliyên rûs û tirkan in ku nahêlin ev têkilî li gor konjuktura heyî biguherin û bi saya vê yekê berdewam in. Helbet dibe ku di hin mijaran de nêrînên me wek hev nebin û heta dibe ku cuda jî bin. Ev ji bo dewletên ku siyaseta wan a derveyî welêt serbixwe ye xwezayî ye. Digel vê, ku ya herî girîng jî ev e, em qîmeta hevkariya di nav gel û welatên xwe de dizanin. Rûsya gelekî girîngiyê dide vê diyalogê û niyeta me jî ew e ku em vê diyalogê bidin berdewamkirin.
PIRS: Tirkiye der barê xerckirina gaza sirûştî de amadehiya zivistanê dike. Hûn di mijara zêdekirina nefta ku hûn îxracî Tirkiyeyê dikin û revîzyona bihayê wê de çi plan dikin? Rûsya li Tirkiyeyê bi giştî di vejenê de û bi taybetî jî di mijara bikaranîna vejena nukleer a bi awayekî aştiyane de çi hêvî dike?
BERSIV: Di van deh salên dawîn de vejen wekî lokomotîfa me ya aborî û bazirganiyê ye. Tirkiye (piştî Almanyayê) duyemîn bikirê mezin ê gaza sirûştî ya rûsan e ku ji ser xeta boriyan a Şandina Gaza Sirûştî û Xeta Rojava ya ku wek transît ji axa Bulgaristan, Romanya, Moldowa û Ûkraynayê re derbas dibe. Par Rûsyayê 26,6 metrekup gaza sirûştî firot Tirkiyeyê, em dê dawiya vê salê de bi îhtimaleke mezin ji vê reqamê derbas bin.
Em fehm dikin ku çavkaniyên vejenê yên rûsan ji bo pêşketina sosyoekonomîk a Tirkiyeyê çiqasî girîng e. Ji ber wê yekê em her dem bi awayekî erênî bersiva daxwazên der barê îxrackirina vejenê de didin. Di cotmehê de ji bo ku hecma salane ya sewqiyata ku ji ser xeta boriyê ya gaza sirûştî ya şandinê ji 16 milyar metrekupê derxînin 19 milyarî û ji bo kirina xebatên hewcedar ên der barê vê yekê de li prensibê li hev kirin. Pisporên me her dem vê mijarê dişopînin.
Heke em behsa diyarkirina bihayê ji bo sewqiyata îlawe bikin, di nav şirketan de ev mijar hewceyî lêkolîneke baş e ku rastiyên bazara gaza sirûştî ya tirkan bide ber çavan.
Niyeta me ew e ku em di çarçoveya curbecurkirina hevkariya aborî ya bi Tirkiyeyê re qadên teknolojiya pêşketî jî di nav de aliyên stratejîk ên xebatên xwe diyar bikin. Di nav wan de endustriya vejena nukleer jî heye. Di sala 2010an de Peymana Der barê Tesîs û Xebitandina Santrala Hêza Nukleer a li Qada Akkûyuyê ya li Tirkiyeyê hat îmzekirin. Tetbîqkirina vê projeya mezin a ku nêzi 20 milyar dolarî ye, li gor bernameya xwe dimeşe. Ev proje dê hêza Tirkiyeyê xurtir bike û bi saya ku şirketên tirkan jî tevî xebatan bikin dê ji bo kar qadên nû vebin.
Di rewşa berdest de niha qadeke kar a nû ya ku em ji bo perwerdekirina pisporên kalifiye arîkariyê dikin û dahatûya wê rind e, derdikeve holê. Ji 2011an pê ve ji bo ku perwerdeyê bibînin ji 250yî zêdetir xwendekarên tirk wek 4 kom şandin Rûsyayê.
PIRS: Ji bo Rûsyayê di mijara pêşxistina têkiliyên ticarî yên her du dewletan de kîjan derfet hene û bi ya we teref wê bigihêjin kîjan armancên ticarî?
BERSIV: Mijara hevkariya aboriyê ya bi Rûsyayê re jî tê de em Tirkiyeyê teqdîr dikin ku biryarên xweser didin. Me berjewendiyên şirîkên xwe yên tirk ji bo xirsa siyasî ya hin kesan feda nekir. Bi ya min ev polîtîkayeke berfireh û maqûl e ku li ser hatiye fikirîn.
Helwesta hikûmeta me ew e hecma ticareta dualî zêde bike û berfireh bike. Em dikarin beriya her tiştî bêjin ku divê di bazara mezin a Rûsyayê de valahiyên ku çêbûne bi destê çandiyarên tirk ve werin dagirtin. Niyeta hilberînêrên tirk heye ku îxrackirina fêkî, sevze, masî, şîr, goşt ên ji bo Rûsyayê zêde bikin û em vê erênî dibînin.
Hêviya me ew e ku em bi hev re hecma ticaretê û hevkariya tirk û rûsan zêde bikin û ev jî wê bi kêrî gelên tirk û rûsan were. Jixwe me bi Recep Tayyîp Erdogan re li hev kir ku em hecma ticaretê derxin 100 milyar dolarî. Di sala 2013an de hecma ticaretê 32,7 milyar dolar bû.
Divê ez bêjim, DYA, Yekîtiya Ewropayê, Japonya, Awisturya û hin dewlet li dijî dewleta me tevdîrên astengkirinê disepînin û ev ne meşrû ne. Tevdîrên wiha him dibine sedema zirarên aborî û him jî îstiqrara navnetweyî xera dikin.
Hewl didin ku bi bi Rûsyayê re bi zimanê ultîmatom û mueyîdeyan biaxivin ku ev nayê qebûlkirin û encam jî nadin. Bersiva me jî wê tim di çarçoveyeke maqûl de be û Rêxistina Ticaretê ya Dinyayê jî tê de li gor peymanên navneteweyî yên bi saziyên cur bi cur ên ticaretê re eleqedar Rûsyayê jî îmze kirine.
Wek mayîn rayedarên sereke yên şirketên Rojavayê ku li Rûsyayê dixebitin, tirs û fikarên xwe yên der barê sepandinan de tînin ziman û dibêjin em amade ne bi şirîkên xwe yên rûs re hevkariyê bikin.
Lê taliyê wê aqlê selim bi ser keve. Ez bangî terefan dikim ku mentiqa gef û sînorkirinê biterikînin û pirsgirêkên li holê li gor berjewendiyên piralî çareser bikin.
PIRS: Hûn rewşa niha ya li Sûriyeyê çawa dinirxînin? Pêşniyazên Rûsyayê yên ji bo çareseriyê çi ne?
BERSIV: Rewşa li Sûriyeyê ciyê metirsiyê ye ku zirarê dide cînarên xwe û dibe sedema tundiyeke domdar. Haya me ji barê li ser pişta Tirkiyeyê heye. Him li Sûriyeyê û him jî li dewletên cînar rîska xirabûna rewşê heye. Sedem jî kar û barên rêxistinên radîkal û Dewleta Îslamê ne ku dewletên Rojavayê demekê ew diemilandin, sor dikirin û flort dikirin.
Helbet Sûriye jî tê de li herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn armancên sereke yên civaka navneteweyî divê ew be ku li dijî hewldanên radîkal û terorîst têkoşînê bidin. Em wisa bawer dikin ku têkbirina van tundî û gefan divê li gor biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî be, li gor parastina ewlehiya dewletan û rêgeza ku tevlî karên navxweyî yên dewletan nebin be û li gor normên hiqûqa navneteweyî be. Ya girîng jî ew e ku ev pêvajo şefaf be û bêyî rojeveke “veşartî” bimeşe.
Em ê wek Federasyona Rûsyayê di têkoşîna li dijî radîkalan de alîkariya xwe ya ji bo hikûmetên Sûriye, Iraq û dewletên din ên herêmê berdewam bikin. Em wek prensîb dibêjin ku bi berfirehî li pirsgirêkên herêmê binihêrin, li erdnîgariya Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn bi berfirehî li talûke û pirsgirêkan binihêrin. Mesela di îxtilafa ereb û Îsraîlê de di neçareserkirina meseleya Filistînê de yên radîkal ji xwe re alîgiran peyda dikin û bi taybetî jî ji bo ciwanan bînin aliyê xwe diemîlin.
Ji serê ser de Rûsya di çareseriya qeyrana li Sûriyeyê de dibêje û hewl dide ku rasterast divê sûriyeyî li gor bingeha Belavoka Cenewreyê ya di 30yê hezîrana 2012an de tevbigerin û bêyî midaxeleyên ji derve û pêkutiyan, bi diyalogekeke naxweyî aştîyane çareser bikin.
Li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn derketina rêxistinên terorê nîşan dide ku divê hêzên girîng ên civaka Sûriyeyê bên bal hev, hemû komên nijadî û mezhebî bibin wek hev, di nav aştî û ewlehiyê de bijîn û ji bo pêşeroja Sûriyekeke demokratîk, laîk û yekbûyî bibin yek.
Ji bo ku gelê Sûriyeyê di nav demeke kurt de êşên xwe yên trajîk yên ku kişandine ji bîr bike û di nav aştî û aramiyê de bijî çi ji destê me were em ê bikin. Pêwendiyên me yên bi hikûmeta Sûriyeyê, komên cur bi cur ên mixalif, şirîkên me yên li herêmê û helbet bi Tirkiyeyê re ji bo vê armancê ye.
news_share_descriptionsubscription_contact


