ANKARA (AA) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, ji bo heyama 25emîn a Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê li Dibistana Navîn a Anittepeyê raya xwe avêt.
Bahçelî di saet 11.50an de hat dibistanê, li vir berpirsiyarên sandiqan nasnameya wî kontrol kir. Bahçelî piştî konrtolê ser sandiqa bi nimreya 1311an dengê xwe da.
Bahçelî pîştî ku zerf avêt sandiqê daxuyaniyeke kurt da endamên çapemeniyê.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku înşallah ev hilbijartin ji bo hemû partiyên siyasî û namzedên serbixwe bi xêr be û wiha dewam kir:
"Ez ji Cenabê Xweda dixwazim ku ev hilbijartin li 20 partiyên me yên siyasî, namzedên wan ên birûmet û li 165 endamên serbixwe pîroz be û ji bo hemûyan bi xêr be. Ez bawer im ku dê encamên hilbijartinê ji bo gelê me jî bi xêr be."