Elif Orhan
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku ji 20ê kanûna paşîn a ku destpêka Herekata Çiqlê Zeytûnê ye vir ve balafirên şer ên Tirkiyeyê 627 hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorî îmha kirin.
Di daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn de hat bibîrxistin ku Artêşa Tirkiyê ji bo ku li hidûd û herêmê ewlehî û îstiqrar bê bidestxistin, terorîstên endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bên berterefkirin, gelê herêmê yê dost û bira ji zilm û tehdeya endamên rêxistina terorî xilas bikin li herêma Efrîna li bakurê rojhilatê Sûriyeyê herekat da destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku harekat di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ji hiqûqa navneteweyî derdikevin, mafê xweparastina meşrû ya ku di madeya 51emîn a peymana NYê û biryarên eleqedar ên KENYê yên der barê têkoşîna dijî terorê de bi rêzgirtina yekîtiya axa Sûriyeyê tê kirin û li hedefên terorê dixin û hat destnîşankirin ku di dema plankirin û îcrakirina herekatê de tenê terorîst û sitargeh, hêwirgeh, kozik, çek, wesayit û amûrên wan hedef tên girtin, ji bo ku kesên sivîl/mesûm zirarê nebînin gelekî baldar in û hesasiyet nîşan didin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka herekatê vir ve avahiyên dînî û çandî, berhemên dîrokî û bermayiyên arkeolojîk û tesîsên ku ji bo kamûyê fealiyetê dikin bi tu awayî di nav hedefên hêmanên Artêşa Tirkiyê de cî negirtin û dan zanîn ku cebilxaneyên ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî û peymanan ve hatine qedexekirin nayên bikaranîn, cebilxaneyên bi wî awayî di nav envantera Artêşa Tirkiyê de cî nagirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wesiteyên piştgiriya guleyan a bejayê jî bi heman esasan tevdigerin û wiha hat ragihandin:
"Ji destpêka herekatê vir ve balafirên Hêzên me yên Esmanî 627 hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorî îmha kirin. Di çarçoveya herekatê de li gor daneyên ku heta niha ji herêmê hatine bidestxistin herî kêm hezar û 369 mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin. Di pevçûnên bi mensûbên rêxistina terorê re de ji Artêşa Tirkiyeyê heta îro 31 eskerên me yên qehreman şehîd ketin, 143 eskerên me yên qehreman birîndar bûne. Ji bilî birîndarekî xetereya jiyana tu birîndarî tune"
Hat diyarkirin ku herekat çawa hatiye plankirin wisa bi serkeftî dewam dike û hat destnîşankirin ku Herekata Çiqlê Zeytînê ji bo ku li herêmê aştî û îstiqrarê pêk bîne dijî hemû terorîstan di çarçoveya nirxên exlaqî û prensîbên hiqûqa navneteweyî de bi biryardarî didome.