ÎSTANBUL
Lijneya Disîplîna Fûtbola Profesyonel (PFDK), ji bo 4 pêşbirkan ceza da Beşîktaşê. Li gor biryara ku PFDKyê da Beşîktaş di 4 pêşbirkên xwe de dê bê alîgir bileyîze. Rahênerê Beşîktaşê Slaven Bîlîc jî di 3 pêşbirkan de dê nikaribe li cem fitbolîstên xwe bisekine, lewra ceza li wî jî hat birîn. Bîlîc dê di nav alîgiran de hersê pêşbirkên tîma xwe temaşe bike. Lijneya PFDKyê ji bilî pêşbirkên bêalîgir 70 hezar lîre jî ceza li Beşîktaşê birî.
Serokê Kûluba Bêşîktaşê yê Duyemîn Ahmet Nur Çebi jî bertek nîşanî biryara PFDKyê da û got: "Neheqîyê li me dikin."
PFDKyê ji bilî Beşîktaş û Bîlîc li fitbolîstê Galatasarayê Felîpe Melo jî 13 hezar lîre cezayê peran birî.
Melo di 2 pêşbirkan de jî dê nikaribe bileyîze.