RÎZE
Listîkvanê Tîma Neteweyî ya Iraqê Elî Ednanê ku di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya yên ji 20 salî piçûktir de hat nasîn, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Rîzeyê gelekî hez dike. Ednan got: "Ji ber ku li vir im, zehf kêfxweş im, performansa min çiqas diçe baştir dibe. Dê ji niha pê de jî zêde bibe. Galatasaray û Çaykur Rîzesporê pêşniyazî min kiribû. Li gor min cihê herî baş ev der bû, nêrîna min rast derket."
Ednan da zanîn ku bi kulûba xwe re peymaneke 5 salî îmze kiriye û wiha axivî: "Ew çi bibêjin dê ew be. Ez nafikirim ku biçim kulûbeke din. Ji bo tîma min çi ji destê min bê ez dikim. Li vir her kes arîkariya hev dike. Di pêşbirkê de gol avêtin an jî neavêtina min ne girîng e. A girîng ew e ku em wek tîm ser bikevin. Em di lîgê de di 12 puanan de ne. Em dê dawiya hefteyê bi Galatasarayê re maçeke dijwar bilîzin. Em dê ji bo serkeftinê têbikoşin."
Elî Ednan diyar kir ku gotinên rahêner Riza Çalimbay yên wek "Piştî ku kêmasiyên xwe qedand dê bibe yek ji listîkvanên herî baş yê milê çepê" ew kêfxweş kiriye û got ku ez ji Riza Xoce gelekî hez dikim û ew dixwaze ku di her hêlê de arîkariya min bike. Ji bo ku ez Xoceyê xwe şermîn dernexînim ez ê zehf bixebitim.
Elî Ednan got ku axeyala wî ya herî mezin ew e ku li Ewropayê bilîze. Ednanê Iraqî di her 5 pêşbirkên di Lîga Sporê ya Sûper Totoyê de jî 90 deqîqeyî forma wergirt û 2 gol avêtin.