Balûken li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li ser bûyerên Dêrsimê re ev qas sal derbas bûn, lê dewletê hê jî bi wan bûyeran re rû bi rû nebûye.
Balûkên, daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya ku gotibû "Hewce bike em ê lêborînê jî bixwazin" bi bîr xist û got ku Serokwezîr li ser sozê xwe nesekinî. Balûken wiha dewam kir: "Lêborînxastina Serokwezîr ne ji dil û can bû û ji helwesta rûbirûbûna heqîqetê dûr ket. Tevgera Serokwezîr tenê ji bo reyên hilbijartinê bû. Her wiha Serokwezîr bi vê helwesta xwe xwest ku piyên muxalefetê bike soleke teng. "
Balûken helwesta muxalefetê yê der heqê bûyerên Dêrsimê de jî rexne kir û wiha got:
"CHPyê bi bûyerên Dêrsimê re nikare rû bi rû be. Gelê Tirkiyeyê helwesta CHPê ya di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de li kursiya meclîsê dît û ev helwesta CHPê bi îbret temaşe kir. Heta ku CHP bi bûyerên Dêrsimê re rû bi rû nebe dê di wicdana gel de mehkûm bimîne. Qetlîamên ku li Dêrsimê hatin kirin û êş û kedera wan qetlîaman ji wê dîrokê pê ve peyê CHPê bernade û dê bernede jî"
Balûken, destnîşan kir ku wan wek koma HDPê pêşnûmayên zagonê yên bi navê "Pêkanîna Mexduriyet û Ziyanên ku ji Qirkirina Dêrsîmê Hasil Bûn û Lêborînxwestina ji Gelê Dêrsimê yên ku Dûçarî Qirkirinê bûn" pêşkêşî parlementoyê kirin û li ser naveroka pêşnûmayê sekinî.
Balûken got ku ew dê pêşnûmayeke lêkolînê pêşkeşî meclîse bikin û ji bo vê pêşnûmayê jî ew li benda piştgiriyê ne.