22 sal berê li Diyarbekirê nivîskar Mûsa Anter hatibû kuştin û di heman bûyerê de nivîskar Orhan Mîroglu jî birîndar bibû. Dosyeya der barê vê bûyerê de ji 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê şandibûn 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê.
Dadgehê biryarên ewil ên ku di dosyeyê de cih digirin nihêrî û biryar da ku di 2yê tîrmehê de îfadeya bersûc Abdulkadir Aygan ê ku li Swêdê ye bê stendin. Li ser vê biryarê Midûriyeta Giştî ya Pêwendiyên Derve û Hiqûqa Navneteweyî ya Wezareta Dadê dê bi Pergala Bîlîşîm, Dîmen û Deng ve îfadeya Aygun hilde.
Di dozê de Hamît Yildirim bi girtî tê darizandin, lê Albay Savaş Gevrekçiyê teqawidbûyî, Mahmut Yildirimê bi navê "Yeşîl" tê binavkirin û Abdulkadîr Aygan negirtî tên darizandin.
Di îdianameyê de der barê mehkûman de ji ber "kuştina biqestî" cezayê muebetê tê xwestin. Ji ber ku 'gel teşwîqî îsyanê kirine û bûne sedema mirin, pevçûnê' û ji ber 'birîndarkirinê', ji wan re qasî 20 salan ceza tê xwestin.