ANKARA
Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya civîna şaredar û serokên navçeyên Ak Partiyê de got ku “der heqê azadî û mafên bingehîn de çi lazim be me kiriye. Di dîroka cumhuriyetê de karên ku tu îqtidarê nekiriye me kir.”
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku xebatên der heq pakêta demokratbûnê an jî demokrasiyê duh êvarê qediyan û xebatên redaksiyonê jî berdewam dikin. Heta dawiya mehê yê bi civîneke berfireh pakêt were diyarkirin.
Serokwezîr Erdogan wiha axivî:
“Em ê bi van re îmkanên nû jî bînin. Ma xelas dibe? Dawiya demokratîkbûnê an jî maf û azadiyan tuneye. Her dem nûkirina wan tê rojevê. Jiyan bi lez diherike û merc her dem diguherin. Nexwe divê rêveber mafên ku hatine qezenckirin û mafen pêwîst bidin. Em îqtidareke wisa ne ku me bi van bawer kiriye.”
“Me ji bo Dersimê lêborîn xwest.”
Erdogan der barê Dersimê de jî axivî û bal kişand ku di vê meselê de li ser rojnameyên kewn xebat tên kirin û got: “Tiştekî ecêb e, Serokwezîrê wê çaxê Înonu sala 1937an de daxuyanî daye. Dibêje ‘Me çapulcu derdest kirin.’ Kî ye ew? Di aliyekî de dikujin di aliyekî de jî hildidin dibin. Niha di destê me de rûpelên rojnameyên wê çaxê hene û evna di rojnameya Tanê de derketine. Wê wextê xwediye rojnameyê Ahmet Emîn Yalman e. Hûn Ahmet Emîn Yalman nas dikin. Ew jî pir bi nav û deng e. Aktorekî CHPê yê girîng e. Di Tanê de dinivîse. Gava ku wextê wê were înşallah li parlementoyê an jî li cihên din ez ê bi belge eşkere bikim. Niha gişt di destê min de hazir in. Înonu ev gotiye. Ev nizanin Înonu gotiye û li ser min de tên.
Serokwezîr Erdogan wiha pê de çû: "Li Dersimê welatiyan re gotin çapulcu û kuştin. CHPê hê lêborîn nexwestiye. Serokê wanê Giştî jî hê lêborînê naxwaze û bi xwe jî ji Dersimê ye. Lê wekî Serokwezirê Komara Tirkiyeyê her çendî di vê bûyerê de tu gunehê me tunebe jî me lêborîn xwest."