ANKARA
Arîkara Serokê Giştî ya BDPê Meral Daniş Beştaş bi endamên BDPyî yên Komîsyona Lihevkirinê ya Destûrê Altan Tan û Bengî Yildiz re li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Beştaş diyar kir ku ji madeyên bingehên yên rojeva Tirkiyeyê yek jî nivîsîna destûra nû ye û got ku xebatên destûrê baş nameşin û xitimîn jî di pirsgirêka kurdan de heye. Em di mijara pejirandina nasname, ziman û baweriyên cuda de li hev nakin. Beştaş da zanîn ku der barê perwerdeya bi zimanê zikmakî de, di komîsyonê de nîqaş çêdibin.
Beştaş got ku "Xebatên komîsyonê didomin û em ê di van xebatan de cî bigirin. Ez di serî de parlementerên kurd yên di nava partiyên din de, em bangî hemû parlementerên kurd dikin ku li hember partiyên ku zimanê zikmakî û nasnameya wan red dikin, bisekinin û bila fikrên xwe îfade bikin û vê biparêzin. Em yek bi yek nabêjin ka kîjan partiyê de kî heye, lê em dizanin ku hin ji wan car carîna der barê perwerdeya zimanê zikmakî de diaxivin. Em axaftinên wan yên der barê Tirkiyeyîbûnê de dizanin. Dibe ku siba dereng be."
Destûra nû bi awayekî fiîlî ji holê rabûye
Parlementerê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan îdia kir ku CHP û MHP yek gav ji nêrîna laîkî, kemalîst û netewedewletê dûr neketine û got ku heke ji destê wan bê dê li ser destûra derbeya 1982yan 2013 binivîsîn û ji nû ve bînin parlementoyê. Tan parast ku AK Partî dixwaze ku nivîsîna destûra nû bihêle piştî hilbijartinan û ji bo piştî hilbijartinan jî tu temînatê nade û got ku destûra nû bi awayekî fiîlî ji holê rabûye.
Tan got ku li ser madeyên ku tev li kesî nabin tenê li hev kirin û ji serokwezîr xwest ku metna destûra nû bîne parlementoyê. Tan got ji ber ku jimara parlementeran herî zêde ya wî ye û wek BDPê ji serî heya niha piştgiriyê didin pêşniyaza destûreke demokratîk, di CHPê de jî hevalên ku piştgiriyê bidin vê hene û em di her rewşê de dikarin biçin referandumê.