Swêdê diyar kir ku daxwaza liwirmayîna penaberên Sûriyî yên ku ji şer reviyane û xwe spartine wan dê qebûl bikin. Pênaberên Sûriyî ku bixwazin dê bikaribin malbatên xwe jî bibin Swêdê.
Hat destnîşan kirin ku penaberên Sûriyî yên ji şer reviyane û xwe spartine Swêdê ji 8 hezarî zêdetir in.
Serokê Daîreya Penaberên Swêdê Anders Danîelsson diyar kir ku li Swêdê ji bo penaberên Sûriyî biryareke nû hat dayîn û li gor vê biryarê destûra liwirmayîna bêdawî bidin penaberên Sûriyî. Danîelsson li ser rewşa ku niha Sûriye tê de ye sekinî û got: "Wisa xuya dike rewşa ku Sûriye tê de ye dê di demên nêz de bi dawî nebe, lewra heviyeke wisa xuya nake. Ev biryara ku me daye jî li gor hiqûqa navneteweyî ye. Li Sûriyê tu nûnertiya me tuneye ew kesên ku dixwazin werin li bal xizmên xwe, bila herin welatên ku nûnertiya me lê heye û daxwaza xwe bînin ziman."
Hat ragihandin ku di nav dewletên Yekîtiya Ewropayê de cara ewil Swêdê destûra liwelêtmayînê daye penaberên Sûriyî û xizmên wan.