Li Taxa Mogûltayê nûnerên hin partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl li gel welatiyan li hev civiyan û ji vir bi wesayîtan ve hatin Geliyên Halboriyê û ji bo kesên ku di bûyerên Dêrsimê yên 1937-1938an de hatin kuştin rêz girtin.
Serokê bajêr yê BDPê Ergîn Dogrû li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got: "Rêya avakirina aşitiya civakî, tenê afirandina civakeke ku rabirdûya xwe re rû bi rû be ye."
Dogrû xwest ku hemû arşîvên der barê bûyerên Dêrsimê bên vekirin û navê kiryaran bi raya giştî re bên parvekirin.
Piştî axaftinan, komê li ser zinaran find pêxistin û qerenfîl avêtin Çemê Mûnzûrê.
Hevserokên Şaredariya Dêrsimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn jî beşdarî bernameya bibîranînê bûn.