Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, ji bo ku bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike, tê Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dîplomatîk bi dest xist, Alîkarê Serokwezîr Qubat Talabanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizayî û Wezîrê Darayî Rêbaz Mihemed jî bi Barzanî re tên Tirkiyeyê.
Tê texmînkirin ku di hevdîtina Barzanî û Erdogan de qeyrana Iraqê ya ku DÎŞIyê ve dest pê kiriye, xebatên avakirina hikûmetê, mijara vejenê ya di navbera Tirkiye û HKIyê û alîkariyên mirovahiyê yên ji bo penaberên li Iraqê bên axaftin.