Ruhanî li Hurrem Abada eyaleta Îranê bangî gel kir û wiha got: "Em li vir ji hemû hêzên dinyayê re, kujer û terorîstan re îlan dikin ku gelê Îranê ji bo parastina cihên pîroz û tirbeyên ku li Kerbela, Necef, Kazîmeyn û Semerayê ne di dudiliyê de nîne û çi hewce dike dê bike."
Ruhanî bertek nîşanî êrîşên ku di van rojên dawiyê de li Iraqê diqewimin da û wiha got: "Ji gelê Îranê gelek kesan ji bo parastina tirbeyên îmamên mesum ên şiîyan serî li me dan."
Serokomar Ruhanî got, "Gelek şiî û sunî ji bo ku bi terorîstan re şer bikin amade ne" û wiha axivî: "Komên terorîst û piştgirên wan li hemberî gelê Iraqê û mislimanên herêmê tu tiştek nînin."