Erdogan ji bo ku li partî, tevger û wan xwedî derketin spasiya welatiyan kir û got ku "Xwedê ji we razî be." Serokwezîr Erdogan got ku Nîgde piştgirê demokrasî, vîna neteweyî, AK Partiya ku partiya gel e. Serokwezîr Erdogan wiha axivî: "Em vê eşqê dizanin, hûn dizanin. Kesek din vê eşqê nizane. CHP û MHP vê eşqê fehm nake. Pêywendiya dilê wan bi gel re nîne, pêywendiya wan bi tiştên din re ne."
"Cêwî bûn, bûne sê destbira"
Erdogan got ku rihê CHP û MHPê wekî cêwiyan e û wiha axivî: "Pensilvanya (Fethulah Gulen) jî li ser van hat zêdekirin. niha bûn sê destbira, sê mihan bide van sê destbirayan dê winda bikin û bên. Jixwe tu kar û emelên van sê destbirayan tune bû. niha jî xwe dan karên qaset û montajan.Ji wir dê tiştek qazanc bikin. Ev bi rojan e ku li ser guhdarkirinên dereqanûnî û montajan siyasetê dikin. Li TBMMê, hêwanên koman, li qadan û kursiyan siyeseta qasetan dikin."
"Em dê hesabê vê yekê bipirsin"
Serokwezîr Erdogan wiha axivî: "Li bajaran able û melayên wan hene. Lê ne melayên mizgeftan ha, melayên qadan. Ev pereyan berhev dikin. Ev derî derî digerin. Ji bo pereyên ku berhev dikin, maqbûzê jî nadin. Aqibeta wan pereyan nediyar e. Em dê hesaba van bipirsin."
"Heke hûn mêr in partiya xwe ava bikin û werin"
Serokwezîr Erdogan, rexne li CHP, MHPyê anî û wiha bangî Fethulah Gulen kir: "Wiha jî bêjne wan. 'Heke hûn mêr bin xwe nespêrin bin siya MHPê û CHPê, partiya xwe ava bikin û wisa werin. Heke hûn ji bo partiya xwe serokek bigerin, ew serok jixwe li Pensîlvanyayê ye. Bangî wî bikin, bila ew jî bê Tirkiyeyê.' Ma Tirkiye ne welatê wî ye? Heke ku welatê wî ye, bila derkeve bê. Çima nayê? Bila bê, ma welatê wî Amerika ye? Hesabê me bi kesên ku ji Pensîlvanyayê li Tirkiyeyê aloziyan derdixînin re heye, dê ev jî bê pirsîn."