Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dê dawiya hefteyê biçe Diyarbekirê. Di çarçoveya vê serdanê de hat diyarkirin ku dê Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî di vê bernameyê de bi hev re sitranan bêjin. Îbrahîm Tatlises der barê vê de destnîşan kir ku Şivan Perwer "Pavarottiyê kurdan e" û wiha got: "Ji bo min şerefeke mezin e ku em ê bi hev re stranan bêjin."
Tatlises li ser hesaba xwe ya Twitterê der barê vê de daxuyanî da û wêneya xwe ya ku bi Şivan Perwer re hatiye kişandin belav kir.
Tatlises di Tweeta xwe de wiha dibêje: "Şivan Perwer Pavarottiyê kurdan e. Ji bo min şerefeke mezin e ku em ê bi hev re stranan bibêjin. Birêz Serokwezîrê me tiştê ku di dilê wî ra derbas bûye gotiye. Helbet ez ê biçim Diyarbekirê. Ji bo biratiyê û aştiyê! Çima ez dibêjim şert û merc ne wekî hev e, çimkî tenduristiya min ne baş e. Şivan Perwerekî ku 37 sal ji welatê xwe dûr maye tê, ev gelek xweş e."
Serokwezîr Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê de destnîşan kiribû ku dê biçe Diyarbekirê û di çarçoveya vê serdanê de hat diyarkirin ku dê Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî bi hev re stranan bêjin.