UŞAK
Soner Kılınç- Li Ûşakê di 60 rojan de 76,4 kîlomêtro ta hat bikaranîn û bi destan xalîçeyeke ku dirêjiya wê 25 metre û 72 santîm e hat çêkirin. Ji bo ku ev xalîçe bikeve Kitêba Rekorên Dinyayê yên Gûînnesê serlêdan hat kirin.
Midûrê Dibistana Hunerê ya Êvarê û Navenda Perwerdeya Gel a Eşmeyê Bekîr Aykar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xalîçeya 25 metre û 72 santîmetre ya ku ji aliyê du kûrsiyeran ve di 60 rojan de û li dinyayê xalîçeya herî dirêj e bi destan hatiye çêkirin.
Akyar destnîşan kir ku ji bo bikevin Kitêba Rekorên Dinyayê ya Gûînnesê serlêdan kirine û niha ev ji aliyê berpirsiyaran ve tê nirxandin. Akyar diyar kir ku dixwazin di kitêba rekoran de cih bigirin.