Abdullah Tel
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
HEWLÊR
Li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jinên bi roniya çavê xwe û keda destê xwe va di atolyeyên xalîçeyan da dixebitin bi pereyê qezenc dikin va him alîkariya malbata xwe dikin û him jî hewcedariyên zarokên xwe tînin cih.
Hikûmeta navendî ya Iraqê bi qasî 4 salane ku mehaneya karmendên li HKIyê û para wê ya ji budçeyê naşîne û ev yek jî ji bo şêniyên li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê di qada aboriyê da bû sedema qeyraneke mezin.
Malbatên karmendên hikûmetê ne û bi wê rêyê debara xwe dikin ji ber ranezandina mehaneyan her ku diçe ber bi tunebûnê va diçin. Ji bo telafîkirina vê rewşê jin jî êdî tevî mêran ji bo kirina karekî hewl didin.
Li Koysenjixa navçeya Hewlêrê di sala 1971ê da ji hêla hikûmeta navendî ya Iraqê va atolyeya xalîçeyan hatiye vekirin û ev atolye îro ji bo jinên li navçeyê deriyê debarê ye. Lewra jinên li navçeyê tên atolyeya nêzî 50 salan e ku li pê ye û tê da dixebitin û bi çêkirina xalîçeyan va piştgiriyê didin debara malbata xwe.
Ber û xalîçeyên li serê nexş û nimûşên ji hev cihê tên bicihkirin ji hêla jinên Koysenjixî va tê çêkirin û çanda bi sedan salan tê domandin.
Jin li atolyeyê rojê du denan dixebitin û di wextê mayîn da jî kar û barê mala xwe dikin.
Çêkirina her xalîçeyekê bi qasî mehekê dewam dike û ev yek jî hewl, xebat û keda ku jin didin bi eşkere radixe pêş çavan. Xalîçeyên bi dest tên çêkirin ji xalîçeyên makîneyê bihatirin û bi taybetî jî bala tûrîstan dikişînin.
Li Koysenjixê metreqereya xalîçeya destan nêzî 250 dolarî tê firotin.
Nemam Ehmed Mistafa ya ku 20 sal e vî karî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev kar bi çiraxiyê dest pê dike û heta westatiyê dewam dike û wiha pê da çû: "Ji bo berdewamiya vî karî divê çiraxên nû bigihîjin lê milet naxwaze vî karî hîn bibe. Ji bo vî karî sebir lazime."
Mahbube Osman a ku ji zarokatiya xwe vir va bi qasî 30 salan di vî karî da dixebite jî got ku êdî çavên wê baş nabînin û pişt ketiye berê û wiha pê da çû: "5 zarokên min hene û ez hemû mesrefên wan bi pereyê ji vê derê qezenc dikim hel dikim û wan didim xwendin."
Midûrê Atolyeyê Kawa Berzencî jî destnîşan kir ku bi xêra atolyeyê gelek jin hînî kar bûn û bi pereyê ji vê derê qezenc kirin va pê debara mala xwe kirin.