Önder Beyter
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
EZAZ
Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê yê ku ev 7 sal e dewam dike da mexdûrên herî mezin, jin in. Ev jinên mexdûr ligel her cure êş û zehmetiyê hewl didin ku li ser piyan bimînin.
Jinên ku di şer da ji mal, xanî, malbat û pîşeyên xwe bûne, hem seba zarokên xwe têdikoşin û herwiha hem jî ji bo ku texrîbata şer ji navê bibin, di karên xwebexş da dixebitin.
Samia Alwash ku li Ezazê li kampa penaberan a Herameynê tevî xweha xwe û dayîka xwe ya ku ji mêjiyê xwe nexweş e dimîne, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku ew bi aîlkariyên ku ji saziyên civaka sivîl tên va îdareya xwe dikin û herwiha ew di heman demê da li dibistana kampê bi awayekî xwebexş mamostetiyê dike.
- "Li kampê em timî ditirsin"
Samia Alwasha 31 salî ya ku bavê wê û birayekî wê di şer da hatin kuştin, destnîşan kir ku ji bo ku bikaribe li diya xwe û xweha xwe mêze bike, ew qet nezewicî.
Alwashê bal kişand ku di şer da xizmên mirov yên kuştin û herwiha mirov timî ji ciyekî koçî ciyekî din dike ku ev yek jî li ser beden û derûniya jinan texrîbateke pir mezin dike û wiha dewam kir, "Jinên ku li kampan dimînin, li gorî mêran bêtir hewceyî ewlekarî û tevdîran in. Li kampê em timî ditirsin. Wekî jinekê me pêwîstî bi ewlekariyê heye û herwiha divê em bizanin ku em di ewlehiyê da ne."
- Li nexweşxaneyê alîkariya însanan dike
Doktora çavan Hesna Alzeina 35 salî ya ku beriya şer, mianexaneya wê ya taybet hebû, lêbelê ji ber şer du salan karê xwe nekir jî yek ji jinên Sûriyeyî ye ku ji Helebê koçî Kilîsê kiriye û hewl dide ku li ser piyê xwe bimîne.
Alzeina ku li Ezazê li nexweşxaneya rêxistineke civaka sivîl dişixule, diyar kir ku meaşê wê hindik e, lêbelê ji bo wê kêfxweşî ye ku ew alîkariya însanan dike. Alzeinê bal kişand ku di çarçoveya derfetên nexweşxaneyê da ew carinan emeliyetan jî pêk tîne.