11 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
AZEZ
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li rojhilatê bakurê Efrînê pêşreviya xwe didomînin. Di vê çarçoveyê da sivîlên ku li herêmên di destê rêxistina terorê PYD/PKKyê da dijîn, ber bi navçeya Ezazê direvin. Malbatên ku gihîştin navçeyê destnîşan kirin ku rêxistinê zext û zordestiyeke cidî li wan kir.
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û unsûrên ASAyê 6 roj berê gundê Dîkmetaş ê li rojhilatê bakurê Efrînê rizgar kirin, xelkê gundê Ereb Cûmayê yê di kontrola rêxistina terorê PYD/PKKyê da dest bi revê kir.
Malbatên ku bi wesayîtên xwe berê xwe dan navenda Ezazê, diyar kirin ku ew ji ber zexta rêxistinê bûn terkewar.
Ebdo Şerîf ku ji gundê Ereb Cûmayê yê di kontrola rêxistina terorê PYD/PKKyê da revî, serhatiya xwe ji peyamnêrê AAyê ra destnîşan kir.
Şerîf bal kişand ku ev 3 hefte ne wan hewl dida ku ji gund derkevin û ew bi alîkariya yekîneyên ASAyê ji rêxistinê rizgar bûn.
Şerîf diyar kir ku gundê wan ê ku di destê rêxistinê da ye, bi temamî ji Ereban pêk tê û wiha dewam kir:
"Gundê me bi temamî ji Ereban pêk tê û di destê PYDyê da ye. Li herêma Efrînê li dijî Ereban zexteke cidî heye. PKK dema diket hin herêman, ji ber ku em Ereb bûn, gelek kêşe derdixist. PKKyê gelekî zilm li me kir. Ez bangî Erebên ku cem wan dijîn dikim; li cem wan nemînin. Em li nik Kurdan 40 sal e dijîn, bi tu awayî zirara Kurdan negihîşte min. Zirar ji PYD/PKKyê tê."
- "Em nikaribûn biçûna cem eqrebayên xwe"
Ebû Îbrahîm ku yek ji wan sivîlan e ji gundê Ereb Cûmayê revîn, diyar kir ji ber ku ew sax û silamet ji gund derketin, ew pir şad in û wiha got, "Piştî ku ASAyê gundê Dîtmetaşê wergirt, rêya me ewle bû."
Îbrahîm bangî kesên mayîn ên li gund kir û bal kişand ku ASAyê bi şêweyeke baş pêşwaziya wan kir û wiha dewam kir, "Heger problemeke wan hebe jî, bira bihêlin werin. Çi Ereb çi ne Ereb, PYDyê li ser me ferz kiribû ku em fêrî Kurdî bibin. Zordestî li Ereban dikirin. Em nikaribûn biçûna cem eqrebayên xwe û bi heman awayî ew jî nikaribûn bihatana."