NEW YORK
Saziyên civata sivîl û hin mensûbên dînên din li New Yorkê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê protesto kirin. Di protestoyan de xêncî mislimanan cihûyên dîndar jî beşdarî çalakiyan dibin.
Ji Yekîtiya Cihûyên Dijî Siyonîzmê Haham Dovîd Weîssê ku beriya vê jî li dijî Îsraîlê çalakiyên wiha li dar dixist, di çalakiya ku li pêşiya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li dijî êrîşên Îsraîlê ne û piştgiriyê didin gelê Xezeyê û êrîşên Îsraîlê jî sûc in.
Weîss li pêşiya NYyê diyar kir ku "cihûyên rastîn" li gelek cihên dinyayê êrîşên Îsraîlê protesto dikin û wiha got: "Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê li dijî cihûtiyê ne û îsyana li dijî Xwedê ne. Tewrat û cihûtî destûrê nadin ku meriv bi zordariyê dest bide ser erdê kesên din. Destûrê nadin dewleta Îsraîlê jî."
Dovîd Weîss bal kişand ser miriyên filistînî ên sivîl û wiha got: "Dilê me ji bo filistîniyan dişewitê. Dê hê çend filistîniyên bêguneh bên kuştin."
Weîss destnîşan kir ku tevgera Îsraîlê "şermeke mezin" e. Weîss got ku Îsraîlê dînê wan û nasnameya wan rehîn girtiye û wiha axivî: "Ew cihû nînin. Siyonîzm li dijî cihûtiyê ye. Ji ber vê yekê em jî li dijî Îsraîlê ne."
Weîss diyar kir ku civata cihû ya herî mezin li taxa Wîllîamsburgê dijî û hemûyên wan jî li dijî Îsraîlê ne û wiha got: "Ji bo ku Îsraîl zû û bi aştî hilşe em ji Xwedê re dia dikin."