09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
DAEŞa rêxistina terorê li bakurê Helebê hin ciyên xeta Ezaz-Merayê ya ku di destê mixalifan da bûn zeft kir û xetê tehdîd dike.
DAEŞê duh bi şev li bakurê Helebê 7 ciyên di kontrola mixalifan da yên ku li ser korîdora ku xwe digihîne Tirkiyeyê ne zeft kir.
Li gor agahiyên ku ji çevkaniyên herêmî hatin sitandin, DAEŞê gundên Tel Krah, Tel Suwsin, Kafr Karîsê û bajaroka Fafînê, Xwendingeha Piyadeyan, Herêma Bazirganiya Serbest a ku tesîsên pîşesaziyê lê ne û girtîgeha Secn el Ehdesê yên ku li bakurê Helebê ne zeft kir.
DAEŞ nika xeta Cerablus-Soranê û rojhilatê Mareyê ya ku li bakurê Helebê ne û nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ne kontrol dike.
Wer tê texmînkirin ku DAEŞ dixwaze ku navçeya Tel Rifatê ya ku li ser rêya di navbera Ezaz û Mareyê da ye bistîne û Mareyê dorpêç bike.
Ji bo vê armanca milîtanên DAEŞê ji tîrmehê vir da êrîşvanên xwekujiyê û wesayîtên bombebarkirî dişîne Mareyê û gundên wê û êrîşan dike.
Eniya Şamê ya ku di bin banê mixalifan da têkoşînê dide û hêza herî mezin e, ev bi mehan e li başûrê rojhilatê Mareya ku di navbera Ezaz û Cerablûsê da ye û li bakurê Helebê bi DAEŞê ra şer dike.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan nûçegihanê AAyê, dema ku hêzên DAEŞê dest bi êrîşan dikin hêzên rejimê ji hewayê bombeyên warêlê diavêjin ser mixalifan û ji bejayê jî mixalifên herêmê didin ber topan.
Çavkaniyan diyar kirin ku di pêşketina DAEŞê da alîkariya vê piştgiriya hêzên rejimê zehf e.