22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
AZEZ/ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de ji Ezaza rojhilatê herêma Efrînê operasyon da destpêkirin.
Nûçegihanên AAyê yên li qadê daxuyandin ku Artêşa Tirkiyeyê di roja 3yemîn de ji Ezazê jî ketin bajêr. Di operasyonê de ji Artêşa Sûriyeya Azad jî şervan hene.
Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê hedefên terorê yên li çiyayê Burseyayê bombebaran kirin.
Rêxistina terorê ji çiyayê Burseyayê bi top, hawin û fuzeyan ve êrişî Kilîsê dike.
Piştî ku ev çiya ji terorîstan bê paqijkirin sînorê Tirkiyeyê, Ezaz û herêmên li der û dor wê di nav ewlehiyê de be.
Ji hêla din Artêşa Tirkiye li bajaroka Cînderîsê mewziyên PYD/PKKyê yên li gundên Celeme, Hemîdiye, Haclar, Freriye û Tel sellurê bombebaran dike.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad duh ketibûn Efrînê û 11 cih bi dest xistibûn.
- Mafê Tirkiyeyê yê berevaniya rewa
Artêşa Tirkiyeyê pêrê ragihandibû ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û mafê xweparastina rewa ya di peymana Neteweyên Yekbûyî da li ser esasê rêzgirtin li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê da bal hatibû kişandin ku bi tenê noqteyên terorîstan bûn armanc û herwiha ji bo ku zirar negihîje sivîlan her cure hesasiyet hat nîşandan.
Rejima Esed di Tîrmeha 2012an da Efrîn bê şer û pevçûn dewrî PYD/PKKê kir û rêxistinê di pêvajoya şerê navxweyî da herî zêde li vê herêmê xwe ediland. Ji ber çil û çiyayên Efrînê navenda Kilîsê û qismekî Hatayê dikeve menzîla guleyên rêxistinê. Rêxistin salên dûr dirêj di ser Çiyayên Amanosê ra ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji bo ku PYD/PKK ji aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê derbasî Behra Spî bibe, pişta xwe bi Efrînê va girê dide. Rêxistina terorî di ser Efrînê ra herêma Mertala Feratê û herêma bêpevçûn li Îdlibê jî tehdîd dike.
Ji çar peşkan peşkeke xaka Sûriyeyê û ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê jî di bin dagrikeriya rêxistinê da ye.