Abdullah Tel
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ÎSTANBUL
Di "Konvoya Wicdanê ya ji bo Jinan" da ji Bosna Hersekê jî 200 jinên mexdûr ên şer ji bo jinên li Sûriyeyê ku rejima Esed wan di girtîgehan da digire û îşkenceyê li wan dike, dimeşin.
Konvoya Wicdanê ya ji bo Jinan ku bi armanca serbesthiştina jinên li Sûriyeyê rastî îşkence, zilm û zordariya rejima Beşar Esed tên hatibû avakirin îro ber bi Hatayê va derket rê.
Ji Bosna Hersekê jî 200 jinên Boşnakî yên ku ew jî di wextê şerê navbera sala 1992-1995an da wek jinên li Sûriyeyê mexdûr bûn, bi armanca piştgiriyê beşdarî Konvoya Wicdanê bûn û ji bilî jinên mexdûr ên şer keçên xama yên piştî şer hatine dinyayê jî di nav wan da cih digirin.
Di nav jinên Boşnakî da dayikên Srebrenitsayê jî hene û "Konvoya Wicdanê ya ji bo Jinan" wê ji Îzmît, Sakarya, Enqere û Edeneyê derbas bibe û bigihîje ser sînorê Sûriyeyê.
Nûnera Komeleya Îtifaqa Çandên Balkanan (BAKÎDER) Enîda Gujoyê daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku rêwîtiya jinên Bosna Hersekî bi piştgiriya Tirkiyeyê va hat kirin û wiha pê da çû: "Em gihîştin nêviyê armanca xwe. Gelek jinên li Sûriyeyê di girtîgehan da ne û dinya li hemberî vê yekê bêdeng e. Di 8ê Adarê da emê hemû bihevra ji bo jinên rastî îşkenceyê tên bangewaziya alîkariyê bikin."
Şuhra Sînanovîc a Seroka Komeleyên Dayikên Petrînja û Jajceya li Bosna Hersekê got ku ew mexdûriyetên di sala 1992-1995an da li Srebrenitsayê qewimîn bi heman awayî îro li Sûriyeyê diqewime.
Munira Subasic a Seroka "Komeleya Malbatên Windabûyî" ya Srebrenitsayê jî got ku wan wek milet êş û kesera jenosîdê bi hestî û movikên xwe hîs kirine û ji ber ku îro tevlî organîzasyoneke wiha dibin gelekî kêfxweş in.