Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan
24 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2024
Li Minbica navçeya Helebê ku dikeve bakurê Sûriyeyê, terorîstên PKK/YPGyî bi wesayîta bombebarkirî êrîş kir û li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 2 kes hatin kuştin, 2 kes birîndar bûn.
Di çarçoveya Operasyona Şefeqa Azadiyê ya ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) di 9ê Berfanbarê da da destpêkirin da Minbic ji PKK/YPGyê hat rizgarkirin. Li navenda navçeya Minbicê wesayîta bombebarkirî hat teqandin.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşa terorê da 2 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên ANSyê ragihand ku unsûrên PKK/YPGyê êrîş kirin.
Her wiha unsûrên rêxistinê ji 20ê Berfanbarê vir va li derdora Bendava Tişrînê ku dikeve başûrê rojhilata navçeyê, êrîşên dijî ANSyê zêde kirin.
Terorîst wekî fuzeyên gradê, çekên giran jî bi kar tînin û ji tunelên binê Minbicê ra dertên û hewl didin ku ji nişka va êrîşan bikin.