2015 ж. 07 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 10 қазан
Faysal Yûsivê mamosteyê ingilîzî yê ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi malbata xwe ra revîbû û xwe sipartibû Tirkiyeyê li bendê ye ku xwe bigihîne xwendekarên xwe.
Faysal Yûsiv pêşiyê hatibû Hatayê û ji wir jî derbasî Mûşê bibû. Yûsiv li Gokyaziya gundê Haskoyê di konê ku danîbû da bi malbata xwe ra jiyana xwe didomîne.
Zivistan tê û malbata Yûsiv di sermê da têkoşîna jiyanê dide, daxwaza wan ew e ku şer bi dawî be û vegerin welatê xwe.
Faysal Yûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber şerê navxweyî mecbûr mane û Sûriye terk kirine.
Yûsiv destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyeyê debara malbata xwe bike demekê ji xwe ra kar geriya û nika jî li gundê Gokyaziyê ji erdê sûsê derdixe û debara xwe dike.
Yûsiv wiha axivî: "Ji ber şer em di tengasiyê da man. Ez di zeviyan da dixebitim û di rojê da 40 lîreyî distînim. Min bîriya welat û xwendekarên xwe kiriye. Ez li hêviya wan rojan im ku şer bi dawî bibe û xwe bigihînim welat û xwendekarên xwe."