Abdullah Tel
02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
Ji ber operasyonên hewayî yên Rûsyayê ku li Sûriyeyê li dar dixe 7 welatên ku Tirkiye jî di nav de ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Almanya, Îngiltere, Fransa, Qatar û Erebistana Siûdî pêk tê danezaneke hevpar dan û bangî Rûsyayê kirin ku bila tavilê dawiyê li êrîşên xwe yên ser muxalif û sivîlan bîne û bala xwe bide ser têkoşîna xwe ya bi DAEŞê re.
Di danezana hevpar a 7 welatan de hat gotin qisawet ew e ku Rûsya sivîlan ji xwe re bike hedef û daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Em wek hikûmetên DYA, Almanya, Qraltiya Yekgirtî, Qatar, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê der heqê operasyonên eskerî yên Rûsyayê de xalên ku li jêrin îlan dikin:
Em bi taybetî ji cebilxaneya eskerî ya Federasyoa Rûsyayê ya li Sûriyeyê û bi taybetî jî êrîşên hêzên Hewayî yên Rûs ku ji duh ve li Hama, Humus û Îdlibê ji bilî DAEŞê dibe ser sivîlan pir bi fikar in.
Ev tevgerên eskerî ji wê bilî sorkirin û radîkalîzmê bi kêrî tu tiştekî din neyê. Em bangî Federasyona Rûsyayê dikin ku bila tavilê dawiyê li êrîşên xwe yên ser muxalif û sivîlan bîne û bala xwe bide ser têkoşîna xwe ya bi DAEŞê re."
Hat diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya Rûsyayê bir ser Humusê de 36 sivîl hatin kuştin lê Rûsyayê ev rapor derewand û ragihand ku ew li Sûriyeyê bi DAEŞ û rêxistinên terorê yên din re têdikoşe.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu jî di daxuyaniya ku duh da de diyar kir ku Tirkiye ji ber agahiyên sivîl wek hedef tên hilbijartin, bi fikar e.