Önder Beyter
06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
ÎSTANBUL
Konvoya Navneteweyî ya Wijdanê ya ku ji aliyê jinan va hat sazkirin da ku dinya dengê jinên ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê yê ku ev 7 sal e dewam dike da di girtîgehên rejima Beşar Esed da dereqanûnî hatine tewqûfkirin, bibihîze û herwiha ev jinên tewqûfkirî werin berdan, wê îro ji Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê bide ser rê.
Wê ji 55 welatî bi hezaran jinên ji dîn, ziman, nijad û çandên cuda beşdarî konvoya ku di pêşengtiya jinên ji Tirkiyeyê da hat damezirandin bibin. Di nava beşdarvanan da nûnerên saziyên civaka sivîl, akademîsyen, hiqûqnas, nûçegihan, rojnameger, nivîskar, doktor, hunermend, werzişvan, diyasetmedar, kebanî û jinên xebatkar hene.
Ji dervayî welat parlementera Pakistanî Munaza Hesen, parlementer û doktora Ukraynayî Olga Bogomolets, nivîskar û rojnamegera Îskoçyayî Yvonne Ridley, Endama Şaredariya Meclisa Newcastlea Îngiltereyê Ann Schofield, ji malbata emîrê Qeterê Asia Waheed Alrabayah, ji Zanîngeha Malayê Prof. Dato Sri û Dr. Zaleha Kamaruddin, bûka Mandela Rayne Rose Mandela-Perry, henekvan, nivîskar û aktor Sajeela Kershi û ji Bosnayê jî dayîkên Srebrenitsayê wê beşdarî konvoyê bibin.
Konvoy, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya di saet 10.30î da wê ji Qada Mitîngê a Yenîkapiyê bi rê keve û herwiha wê ji Kocaeli, Sakarya, Ankara û Adanayê ra derbas bibe.
Jinên di konvoyê da paşê wê di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da li Qada Fûarê ya Hatayê di saet 10.30î da daxuyaniyê bide çapemeniyê.
Bi hezaran jinên ji çarheqalê dinyayê li Hatayê wê bangewazî bikin da ku dinya dengê jinên ku li Sûriyeyê di girtîgehên rejima Beşar Esed da dereqanûnî hatine tewqûfkirin, bibihîze û herwiha ev jinên tewqûfkirî werin berdan.