Muhammet Kurşun
23 Sibat 2017•Rojanekirin: 25 Sibat 2017
BAB
Artêşa Azad digel bidestxistina El Babê ya li bakurê Sûriyê tehdîda DEAŞê ji sînorê Tirkiyê bi yekcarê dûr xist.
Artêşa Azad a Sûriyê bi desteka Artêşa Tirkiyê navenda navçeya Babê kontrol kir.
Rê li ber avakirina hakimiyeta rêxistina terorî PYD/PKK li ser sînor hat girtin.
Navçeya Babê ku 30 kîlometreyî dûrî sînorê Tirkiyê ye ji Çileyê 2014an vir ve di kontrola DEAŞê de bû.
Digel bidestxistina Babê DEAŞ 30-35 kîlometre ji sînor hat dûrxistin.
Bi vî awayî axa Tirkiyê ya li ser sînorê Sûriyê ji menzila moşekên DEAŞê derketin.
Derbe li "korîdora terorê" ya PKKê hat xistin.
Ji bo PYD/PKKê bikaribe li herêmên rojavayê Çemê Feratê û rojhilatê wê bigihîne hev divabû Babê bistîne.
Bi girtina Babê tehdîtçêkirina PKKê ji bo Tirkiyê heta asteke mezin berteref bû.
Hedefa herêma ewle nêzîktir bû
Armanca Mertalê Feratê ew bû ku sînorê xwe ji tehdîda terorê paqij bike û li bakurê Sûriyê herêmeke ewle ya ku sivîl bikaribin tê de bijîn ava bike.
Artêşa Azad û Tirkiyê, 24ê Tebaxê Herekata Mertalê Feratê dabûn destpêkirin û piştî paqijkirina neqeba Ezaz û Cerablûsê meha Kanûna 2016an berê xwe dabûn Babê.
Di roja 184emîn a Herekata Mertalê Feratê de heta niha hezar û 900 kîlometre çarkoşe ji rêxistinên terorî hatiye paqijkirin.
Kûrahiya herekatê jî ji sînorê Tirkiyê û ber bi hundirê Sûriyê ve gihîşt 35 kîlometreyî.