Sevim Hatun
23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
İZMİR
Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik got, "Hûn jî dizanin ku ev demek e em ketine Babê lê belê em dikarin îro bêjin ku nêzîkî tevahiyê Babê kete destê me û ketin navenda navçeyê. Nika xebatên lêgerîn û paqijkirinê tên kirin."
Wezîr Işik, di çarçoveya bernameya Îzmîrê da, Walî Erol Ayyildiz ziyaret kir, pirsê rojnamegeran bersivandin.
Işik li ser pirsa derbarê operasyona Reqqayê da wiha axivî:
"Li gor me divê Reqqa û herêmên din bi rêya bikaranîna rêxistineke terorê ya din bên xilaskirin. Divê armanc ne tenê paqijkirina DEAŞê be, lewra nifûsek ku li herêmê dijî heye, divê demografiya herêmê neyê guhertin, herwiha ev tirs nekeve dilê însanên li herêmê dijîn jî û operasyon li gor vê hişmendiyê bêne birêvabirin".
Wezir Işık bal kışand helwesta Tirkiyê ya li dijî terorê û wiha got: "Tevgera Tirkiyê ya di vê mijarê de ji serî heta niha diyar e, net e. Di serî da DYA, em bi hemû hêzên koalîsyonê re vê par ve dikin. Ya ku em dixwazin, bila Operasyona Reqqayê ne bi hêzên PYD/YPGyê bila bi hêzên Artêşa Sûriyê ya Azad û hêza ku ji niştecihên Reqqayê pêk tê bê kirin. Nifûsa Reqqayê ji sedî 90 ereb e. Divê hêza ku vir xilas bike jî ji ereban pêk were. Em wekî Tirkiye diyar dikin ku di operasyonekê wiha da em ê digel hêzên koalîsyonê piştgiriya ku hewce dike bidin."