Dinya

Li Babê êrîşa bibombe

Li bakurê Sûriyeyê li navçeya Babê motosîkleteke bombebarkirî teqiya

16.05.2019 - Rojanekırın : 17.05.2019
Li Babê êrîşa bibombe

El Bab

Li bakurê Sûriyeyê li navenda navçeya Babê motosîkleteke bombebarkirî teqiya.

Li navenda navçeya Babê motosîkleteke bombebarkirî ku li ser kolaneke çalak parqkirî bû, teqiya. Ji ber êrîşa ku di encamê da tiştek bi kesî nehat, ziyana madî çêbû.

Hêzên ewlekariyê ku xwe bi ciyê bûyerê ra gihandin, li ser wê îhtimalê disekinin ku êrîş ji aliyê rêxistina terorê YPG/PKKyê va hat kirin.

Duh jî li gundê Sîco yê Ezaza di kontrola mixalifan da motosîkleteke bombebarkirî teqiyabû û 4 sivîl birîndar bûbûn. Dîsa di heman wextê da li navçeya Cerablusê jî mensûbên Artêa Azad a Sûriyeyê motosîkleke bombebarkirî tesbît kiribûn û bombe bi awayekî ewle berteref kiribûn.

Rêxistina terorê YPG/PKK ji Minbica ku dagir kiriye, car carî êrîşî deverên ku bi Operasyona Mertalê Feratê hatin paqijkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.