Li gor nûçeya Tîenşana malpera fermî ya li herêmê, li herêma Şayîbakiya bajêr li cihekî bazarê danê sibê êrîşeke bibombe hat kirin. Di êrîşê de 31 kes mirin û 94 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya ajansa Şînhûayê Serokê Komîsyona Karên Hiqûqî û Siyasî yê Partiya Komunîst a Çînê Ming Cienco got ku bûyer "êrîşeke mezin a terorê" ye.
Hat ragihandin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê, lêkolînên der barê êrîşê de berdewam dikin.
Hatibû ragihandin ku du wesayît danê sibê di saet 07.50an de dema ku ketin nav qerebalixa li cihê bazarê hatin teqandin.
Hat destnîşankirin ku hatûçûya wesayîtan a li herêma ku teqîn çêbû û der û dora wê vêga wek berê ye.