Önder Beyter
25 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
CERABLUS
Hat ragihandin ku li bakurê Sûriyeyê li navçeya Cerablusê di êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî va hat kirin da 13 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hat wergirtin, li herêma Operasyona Mertalê Feratê li bajarê Cerablusê yê ku ji rêxistina terorê DEAŞê hatibû rizgarkirin, bi wesayîteke bombebarkirî va êrîşek hat kirin.
Di êrîşê da 13 kesên ku di navê da jin û zarok jî hene, birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya li Cerablusê.
Heta niha kesî êrîş hilnedaye ser stûyê xwe.
Li navçeya Cerablusê di 7ê adarê da jî bi wesayîteke bombebarkirî va êrîşek hatibû kirin, 6 kes miribûn, 15 kes jî birîndar bûbûn.