Önder Beyter
25 Adar 2018•Rojanekirin: 25 Adar 2018
NABLUS
Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava a dagirkirî li bajarê Nablusê bi ser lîseyekê da girtin û 2 xwendekarên Filistînî bi fîşenga plastîk va birîndar kirin.
Hîtam en-Necarê şêniyê bajarokê Bûrînê ku lîse lê ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku eskerên Îsraîlê ligel komeke bicihbûyiyên Cihû va bi ser dibistanê da girtin.
Necar diyar kir ku di serdagirtinê da eskeran fîşenga plastîk, xaza rondikrêj û bombeya deng emilandin ku di encamê da du xwendekar bi guleya plastîk birîndar bûn.
Necar wiha axivî, "Hîngê ku biryara destdanîna ser 8 donim erdê dibistanê derketiye, her roj bicihbûyiyên Cihû ligel eskeran bi ser dibistanê da digirin."
Îsraîlê biryara xwe ya destdanîna ser 8 donim erdê dibistanê ku ji 55 doniman pêk tê, hefteya çûyî ji Meclisa Şaredariya Bûrînê û rêveberiya dibistanê ra şandibû.