Elif Orhan
2015 ж. 15 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 16 қазан
Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez diyar kir ku "Îsraîl teşebûs dike ku Mescîdê Eqsayê ji aliyê wext û mekanê ve dabeş bike, ev yek xeta sor a hemû misilmanan e."
Gormez beşdarî "Zîrveya Serokên Dînî ya Misilmanan a Welatên Asya-Pasifîkê ya 1emîn" a ku bi beşdariya nûner û serokên dînî yên ku misilmanên ku li Asya û welatên Pasifîkê dijîn temsîl dikin hat lidarxistin bû. Gormez di zîrveyê de der barê sedemên plana bi destê birêvebiriya Tel Avîvê dabeşkirina Mescîdê Eqsayê li alema îslamê derketina sedemên komên radîkal de nirxandin dan nûçegihanê AAyê.
Gormez got ku "Tirkiye ne tenê ji aliyê dîrokî û çandî ve wateyek li Eqsayê bar dike, Tirkiye Mescîdê Eqsayê wekî mijareke îtiqadî ya bi huviyeta misilmanan re eleqedar dibînin." û wiha axivî: "Îsraîl teşebûs dike ku Mescîdê Eqsayê ji aliyê wext û mekanê ve dabeş bike, ev yek xeta sor a hemû misilmanan e û ne mimkûn e ku Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê vê yekê qebûl bike."
Gormez ji ber ku nirxên pîroz diparêzin murabitên li Eqsayê pîroz kirin û ew kesên ku Eqsa dagir dikin û bi postalên xwe dikevin hûndir şermezar kir û got ku "Îsraîlî ketin Eqsayê û vê yekê di dilê misilmanan de birînên mezin vekirin."
-Pirsgirêka bingehîn a herêmê Îsraîl e
Gormez destnîşan kir ku alema îslamê di nav çembera agirîn de ye û wiha axivî: "Gelek welatên îslamê bi şer, xirabûn û radîkalîzmê re rû bi rû ye. Lê belê sedema sereke û çavkaniya van xirabiyan ew e ku Îsraîl axa Filîstînê û Eqsayê dagir dike. Sedema sereke ya şerên li welatên kendavê, ji aliyê DYAyê ve dagirkirina Iraqê (2003-2011) û pirsgirêkên li Sûriyeyê Îsraîl û dagirkeriya wî ye. Ji ber ku NY û welatên mezin tenê li ser ewlehiya Îsraîlê disekinin û bi milyonan misilmanî ji bîr dikin."
Gormez got ku gelekî hesasiyet nîşanê mijara ewlehiya Îsraîlê tê dayîn û ev yek "pirsgirêka herî mezin" e û wiha axivî: "Dewleta Osmanî bi qasî 100 sal beriya niha hilweşiya. Ev yek ji bo damezrîna Îsraîla (1948) ku Filîstînê dagir kir, gelek filîstînî tehcîr kirin, Qûdsê wek rojhilat û rojava dabeş kir û Dîwara Berlînê ava kir, wekî amadehiyek bû."